Têkildarî bûyerên 14’ê Tîrmehê 17 kes hatin girtin

Têkildarî bûyerên 14’ê Tîrmehê 17 kes hatin girtin

Li Amedê ji 75 kesên di mitînga 14’ê Tîrmehê de hatin binçavkirin û derxistîn edliyeyê 17 kes hatin girtin.

Mitînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” ya ji aliyê BDP’ê û KCD ve dê di 14’ê Tîrmehê li Qada Îstasyonê bihata li darxistin piştî qedexeya walîtiyê û derketina bûyeran 75 kesên ku hatibûn binçavkirin duh anîbûn Edliyeya Amedê. 48 kesên ku di nav de birîndar jî hebûn piştî lêpirsîna dozgeriyê serbest hatibûn berdan, 27 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatibûn kirin. Îfade dayîna heya direngî şevê dom kir, ji 27 kesan 17 kes bi hinceta ku “li gel ku ne endamên rêxistinêne, li ser navê rêxistinê sûc kirine”, “Propaganda rêxistinê kirine” û “Muxalefetî Zagona bi Hejmar 2911” kirine hatin girtin.

5 kes bi merê kontrola edlî û kesek jî bidaraza serbest hatin berdan.