Tehlûkeya jiyana M.D. ê bi guleyên leşkeran birîndar bû didome

Di encama gulebarana leşkerên li lojmanên leşkerî yên navçeya Silopiya ya Şirnexê bi cih bûne M.D. yê 16 salî bi giranî birîndar bibû, tehlûkeya M.D. ya jiyanî didome.

Îro saetên sibehê, li 710’emîn Kolana Taxa Karşiyaka, zarokê 16 salî yê bi navê M.D. di encama gulebarana dijwar a leşkerên ku li ser lojmanên leşkerî yên li 172’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî  bi cih bûne bi giranî birîndar bibû, tedawiya M.D. li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê didome. 

Li gor agahiyên Salîh D. ê bavê M.D. tehlûkeya kurê wî ya jiyanî didome. Bav Salîh D. got: “Kurê min di febrîqeyek pembo de dixebitî. Danê sibehê dema diçû kar, li kolanê birîndar kirin. Polîs ji ambûlansê re bûn asteng û nehiştin ambûlans werin cihê bûyerê. Bi saya welatiyên derdor, kurê min gihişt nexweşxaneyê.”