TEDAŞ’ê bi ser gundên hatibû tarîkirin de girtin

Li navçeya Sasonê ya Êlihê wezîfedarên TEDAŞ’ê bi awayekî komî bi ser gundan de digirin û cezayekî giran ê pereyan li malbatan dibirin. Ji ber ku dîrekên ceyranê yên 7 gundan ketibû, ev 8 roj in ceyran tine ye.

Li navçeya Sasonê ya Êlihê wezîfedarên TEDAŞ’ê bi awayekî komî bi ser gundan de digirin û cezayekî giran ê pereyan li malbatan dibirin. Ji ber ku dîrekên ceyranê yên 7 gundan ketibû, ev 8 roj in ceyran tune ye.

Li navçeya Sasonê ya Êlihê ji ber ketina dîrekên ceyranê ceryana 7 gundan hate qûtkirin û bi hezaran gundî bê ceyran man. Gundiyan ji bo çêkirina ceyranê bangî TEDAŞ’!ê kirin, lê rayedarên TEDAŞ’ê gotin ‘Em nikarin bên’. Gundiyê ji gundê Heştêr ê bi navê Sîraç Kandemîr bi derfetên xwe ceyrana 7 gundan temîr kir û çêkir.

Kandemîr da zanîn ku TEDAŞ bi hinceta “ceyrana qaçax” bi ser gundan de digire, cezayên giran dibire û got: “7 gund 8 roj in bê ceyran bûn. Ji ber ku dîreka mezin a ceyrana 7 gundan ketibû me ji rayedarên TEDAŞ’ê re got, lê nehatin û gotin ‘Em nikarin bên’.  Piştî ku em 8 rojan di tarîtiyê de man, me bi derfetên xwe çêkir.

Keyayê gundê Helîsê Şukru Tunç jî da zanîn ku endamên TEDAŞ’ê bi ser gundan de girtin û 800 TL (pereyê Tirkiyeyê) li wî birîne û da zanîn ku gundî li hemberî vê yekê nerazî ne û pir bi hêrs in.