'Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin'

'Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin'

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Mêrdînê komxebata tenduristiyê û girtîgehan pêk anî. Endamê Dîwana KCD'ê Edîp Yaşar, axaftina vekirina komxebatê kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê herî zêde binpêkirina mafan li Girtîgeha Îmrahiyê heye. Polîtîka û tecrîda dijdemokratîk û li dijî mafên mirovan a li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin nayê qebûlkirin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), xebatên xwe bi komxebatên li ser pirsgirêkên civakî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê didomîne. Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Koma Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Mêrdînê komxebata tenduristiyê û girtîgehan pêk anî. Komîsyona Koma Tenduristiyê li Salona KESK'ê ya Mêrdînê bi tevlêbûna gelek saziyên sivîl ên civakî dê "Komxebata Tenduristî û Girtîgehan" pêk anî. Endam û nûnerên ATUD, TBB, ÎHD, SES, THÎV, TOHAV, TTB, TUHAD FED û TPD'ê amade bûn. Di komxebatê de li ser pirsgirêkên girtîgehan û tenduristiya girtiyan niqaşan tên meşandin. Komxebat dê rojekê bidome. Di komxebatê de hate zanîn ku geşedan û pêkanînên li girtîgehan pêk tên ji serdema 12'ê Îlonê xirabtir in û ji sedî 115 tije bûne. Di komxebatê de hate zanîn ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û dema wan dişînin nexweşxaneyan jî tev li kelepçeyan derman dikin. Di niqaşan de haze diyarkirin ku li girtîgehan îşkence, sirgun, şertên xerab her ku diçe zêde dibin û tenduristiya girtiyan di bin talûkeyê de ye.

‘BI PREDATORÊN AMERÎKAYÊ LI ÇARESERIYÊ DIGERIN’

Endamê Serokatiya Dîwana KCD'ê Edip Yaşar, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku li şûna li nava xwe li çarseriyê bigerin bi Predatorên li çareseriyê digerin. Yaşar, da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan rû didin ji aliyê welatên navneteweyî ve nayên dîtin û wiha got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û sereke pirsgirêka kurd e. Sedema vê yekê jî astengiyên li pêş demokrasî û azadiya mafan e. Ji bo çareseriyê divê demokrasî û azadiya mafan pêş bikeve. Dîsa li pirsgireka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Li hemû cîhanê pirsgirêkên bi vî rengî bi diyalog û muzakereyan çareser dibin. Lê mixabin li Tirkiyeyê kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin ji vê rêbazê direvin û seri li rêbazên înkar û îmhayê didin. Diçin serî li predatorên Emerîqayê didin û li çareseriyê digerin. Ev hewldana Tirkiyeyê dibe sedema Roboskiyên nû. Dibe sedema kuştinên nû."

Yaşar, xwest li Tirkiyeyê pêvajoya Îmrali û Oslo ji nûve dest pê bike û rê li pêşiya diyalog û muzakereyê vebe. Yaşar, da zanîn ku ji ber operasyonên siyasî û leşkerî bi hezaran siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, xwendekar û rojnameger girtîne û wiha got: "Ev yek hest û ramana jiyana hevpar û biratiyê lawaz dike. Niha li girtîgehan pêkanînên ji serdema 12'ê îlonê dijwartir pêk tên. Ji serdema hikûmeta AKP'ê heta niha li girtîgehan 322 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi sedan girtî li girtigehan rewşa wan giran e. "

‘TECRÎDA LI SER OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Yaşar, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herî zêde li Îmraliyê binpêkirina mafan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk de Birêz Ocalan xwedî rolekî mezin û taybet e. Lê li gel vê yekê li ser Brêz Ocalan tecridek giran û îzolasyonek li dijî mafên mirovan tê meşandin. Ev nayê qebûl kirin. Dîsa li girtîgeha Pozantiyê pêkanînên li dijî zarokan tên meşandin naqê qebûl kirin. Divê TMK bi dawî bibe û zarok serbest bên berdan. Divê kes li hemberî vê pêkanînê bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî erêkirin e."

Komxebatê piştî axaftina vekirinê bi niqaşên cuda yên li ser pirsgirêkên girtîgehan û tenduristiya girtiyan berdewam dike.

Piştî gotûbêjan dê encamnameya komxebatê bê xwendin.