Tecrîda li ser Ocalan li Çilaxa hat protestokirin
Bi hezaran şêniyên bajarokê Çilaxa daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyeyê, şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên bajarokê Çilaxa daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyeyê, şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Girkê Legê, bajarokên Çilaxa û Til Koçer, gundên Aliya, şêniyên herêma Tirbespiyê, Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Saziyên Civaka Sivîl li bajarokê Çilaxa kom bûn û beşdarî xwepêşandana şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê, bûn.
Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan û pankartên “Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye“, “Em dixwazin şandeyekê bişînin Îmraliyê“, “Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na“, “Em alîkarî û piştevaniya berxwedana şêniyên me yên Cerablûsê dikin“, hilgirtin.
Xwepêşandan ji navenda bajarok destpê kir û çalakvanan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Ji Serok Apo re Azadî“ xwe berdan nav kolanên sereke yên bajêr.
Paşê xwepêşandêr li qada Şehîd Kawa ya bajarok, rewestiya. Li vir Hevserokê Meclîsa Herêma Til Koçer Newaf Xedan axivî û ev tişt gotin:“ Wek pêkhateya Ereb em dagirkeriya derve a li ser xaka me şermezar dikin û bang li Civaka Navnetewî û azadîxwazên cîhanê dikin ku li hemberî pîlanên Erdogan bisekinin, her wiha em bang dikin ku serdana Sûriyeyê bikin û bi xwe jiyana hevbeş a di navbera tevahiya pêkhateyan de bibînin. Em vê dagirkeriyê bi ti awayî qebûl nakin.”
Xedan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “ Bi navê gel em bang li Erdogan dikin ku ew û hikûmeta xwe dest ji van kiryarên xwe berdin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bikin.”
Hevserokê Meclîsa Herêma Til Koçer Newaf Xedan wiha berdewam kir: “Divê gelê Tirkiyeyê banga gelê Ereb pêk bîne û zextê bide ser hikûmeta Erdogan ku Rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan.”
Endama Rêveber a Kongreya Star a Girê Spî Nezîhe Sêfedîn jî li ser şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala axivî û ev tişt anî ziman: “Wek gelê Rojava em ê berxwedanê bidomînin û bi şev û roj bi vîn û îradeya bi hêz ve em ê li qadan bin û xwe nedin paş. Em ê her dem azadiya Rêberê xwe ku ji bo azadiya gelan xwe feda kiriye, daxwaz bikin.”
Xwepêşandan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.