Tanka Tirk a li Cerablûsê bi vî rengî hat rûxandin
Leşkerên Tirk ên xwestin li girê gundê Daşatan ê Cerablûsê bi cih bibin, tevî çeteyên El Nûsra bi qasî 30 termên leşker û çeteyan û 3 tankên bûn xwelî li dû xwe hiştin. Leşker û çete, piştî vê derba giran, hîn bi cih nebûbûn, vekişiyan.
SÎNAN DENÎZ
CERABLÛS / ANF
yekşem, 28 gelawêjê 2016, 07:00
Leşkerên Tirk û çeteyên wan, ku di 24'ê Tebaxê de bi şovekê bajarê Cerablûsê dagir kirin, li navenda bajêr asê man e. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê jî bajar dorpêç kirine. Şervanên Meclîsa leşkerî nahêlin leşker derkevin derveyî bajêr. Vê rewşê duh jî dewam kir. Leşkerên Tirk tevî çeteyên xwe xwestin li ser girê gundê Daşatanê bi cih bibin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya cerablûsê du caran bi fuzeyan çalakî pêk anîn.
Danê sibehê tank û obusên artêşa Tirk bombe li vî girî barandin. Danê nîvro jî gelek leşker û çete bi maşînên zirxî berê xwe dan gir. Li hemberî van leşker û çeteyên li dora malek li ser gir li hev civiyabûn, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bi fuzeyan çalakiyek pêk anîn.
Leşker û çeteyan bi maşînên zirxî miriyên xwe rakirin û vegeriyan bajêr Danê êvarê careke din xwestin gir dagir bikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê careke din bi fuzeyan li hemberî gelek tankê hewl dan xwe bigihînin ser gir, çalakî pêk anîn. Tanka ku fuze lê ket, teqiya û şewat pê ket. Vê şewatê demeke dirêj dewam kir. Leşkerên Tirk û çeteyên wan ên xwestin gir dagir bikin, gelek termên leşker û çeteyan li dû xwe hiştin û ji gir daketin. Hêzên dagirker ên nikarin derkevin ser gir, ji nava bajêr ve bi obus û tankan bombe li herêmê barandin.