TAK, nasnameya 2 şervanên xwe yên li Bolûyê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
TAK’ê wêneyê şervana xwe ya ku di 28’ê Nîsanê de li Bûrsayê çalakî li dar xist parve kir. Her wiha TAK’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li şerê di Bolûyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 2 gulanê 2016, 17:13
TAK’ê wêneyê şervana xwe ya ku di 28’ê Nîsanê de li Bûrsayê çalakî li dar xist parve kir. Her wiha TAK’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li şerê di Bolûyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.
Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya de TAK’ê wêneyên şervana xwe Asya Glîdag a ya ku di 28’ê Nîsanê de çalakî li dar xistibû jî parve kir û nasnameya 2 şervanên xwe yên li şerê li Bolûyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.
“Hevriyên me Rojhat û Mûnzûr, dema di nav amadekariyên li hember dewleta Tirk a faşîst ku li ser Kurdistanê wehşetê pêk tîne de bûn, di şerê 7’ê Nîsanê yê li Bolûyê de gihiştin şehadetê.
Berxwedana hevriyê me ji bo hemû şervanên TAK’ê îradeya tolhildanê hê bi hêztir kiriye. Wê tola hevriyên me Rojhat û Mûnzûr bên hildan. Wê hesabê gelê me yê li Cizîr û Sûrê hatin qetilkirin û bi saxî hatin şewitandin bê pirsîn.
Li ser vî bingehî careke din bang li hemû ciwanê Kurd dikin ku hê zêdetir beşdarî şerê berxwedanê bibin, çi ji destê wan bê li hember celadên TC’yê li gorî zimanên fam dikin bersiv bidin û çeka Rojhat û Mûnzûr li erdê nehêlin û beşdarî refên TAK’ê bibin.
Omer Bayram ê bi nasnav Mûnzûr Ciwan di sala 1978’an de li gundê Sînê yê girêdayî Licê yê Amedê hatiye dinê.” Daxuyaniya TAK’ê wiha dewam kir: “Hevrê Mûnzûr di temenê xwe yê biçûk de bi rastiya artêşa faşîst a TC re rû bi rû hatiye, di zanabûna welatparêziya xwe de mezin bûye. Her demê bi hêrsa tolhildanê mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwantî de li zanîngehê li dijî faşîzmê xebat daye meşandin. Di Sibata 2011’an de beşdarî nava refên me bûye, weke şervanekî TAK’ê têkoşîn meşandiye. Hevrê Mûnzûr ti deman nêzîkatiyên dewleta Tirk a faşîst ya li hember Rêbertî û gelê Kurd qebûl nedikir û li dijî wê tim di nava xebatan de bû. Bersivên pêwîst dida faşîst û hevalbendên wan. Hevrê Mûnzûr lawê qehreman ê gelê Kurd, demek dirêj bi hevriyê xwe Rojhat re mil bi mil li hember çeteyên TC’yê li Bolûyê di şerêkî de gihiştin şehadetê.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serdar Kayardi yê bi nasnav Rojhat Welat jî 1987’an li navçeya Sariz a Kayseriyê ji dayik bûye, wiha dewam kir: “Hevalê Rojhat ê ji malbateke welatparêz, Elewî ye, di temenê xwe yê biçûk de bi pergalê re nakokiyên kûr jiyaye. Hevalê Rojhat di têkoşîna xwe ya li zanîngehê de her ku zanebûna Kurdiniyê bi dest xist hê zêdetir xwest di şerê tolhildanê de cih bigire û destpêka sala 2010’an tevlî refên TAK’ê bûye. Ji wê salê û şûn de di wezîfeyên cur bi cur de derbe li faşîzma TC xistiye. Hevalê Rojhat jiyana xwe ya têkoşînê ku bi serkeftinan tijî ye, bi hevalê Mûnzûr ê bi hev re bi salan xebat meşandine, bi berxwedana bi heybet a 7’ê Nîsana 2016’an ve bi şehadetê tacîdar kiriye.”