Şoreşa xebatên tenduristiyê

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê de dixebitin, rê û rêbazên birêxistinkirina xizmetên tenduristiya alternatîf vegotin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Kendal Amanos got, "Dewlet mafê jiyanê yê mirovan nas nake. Lewma divê mirov xizmetên tenduristiyê ji dewletê hêvî nekin."

Ji endamên Komîteya Tenduristiyê Kendal Amanos ev heft sal in li çiyayên Kurdistanê karê tenduristiyê dimeşîne. Der barê xebatên xwe de Amanos got, "Li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê ku qadeke gelekî berfireh e, navendên me yên tenduristiyê û nexweşxane hene. Em van nexweşxaneyan, bi rengekî ku karibin têra hemû herêman bikin, birêxistin dikin. Li van nexweşxaneyên me hevalên me yên doktor û personelên tenduristiyê hene ku bi têra vî karî dikin. Wekî din, li her herêmê li eniya şer jî hevalên me yên personelên tenduristiyê hene. Bi giranî mudaxleya destpêkê dikin û hevalên me yên nexweş an jî birîndar digihînin navendên me yên tenduristiyê."

Amanos da zanîn, tevî derfetên xwe yên tedawiyê, ew timî li qada tenduristiyê perwerdeyê dikin û hewl didin ciwanan di vî warî de amade bikin. Li ser vê perwedeyê jî Amanos got, "Li gorî tecrûbeyên hevalên me, car sê, carna jî şeş meh an jî salekê dewreyên perwerdeyê yên pisporiyê tên vekirin. Perwerdeya tipê ya li nava sîstemê, heft salan didome. Lê li gel me, ev dem kurtir e. Ji ber ku di nava vê rastiya şer de, jiyana hevalên me ji bo em beriya her tiştî ye."

'DIVÊ XIZMETA TENDURISTIYÊ JI DEWLETÊ NEYÊ HÊVÎKIRIN'

Amanos destnîşan kir, ku mafê tenduristiyê yê mirovan mafekî xwezayî ye ku nabe nîqaş li ser bê kirin û got, "Dewlet mafê jiyanê yê mirovan nas nake. Lewma divê mirov ne li bendê bin ku dewlet xizmeta tenduristiyê bi mirovan bike." Amanos di vî warî de ev gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist, "Bingeh, hebûn û azadiya civakek ku nikare bi derfetên xwe tenduristiya xwe biparêze, ya bi xeteriyê re hevrû ye yan jî bi temamî ji holê rabû ye."

DIVÊ XIZMETA TENDURISTIYÊ BIGIHÊJE MIROVAN

Amanos da zanîn, ji bo gel karibe bi derfetên xwe tenduristiya xwe biparêze, pêwîste di nava meclîsên gel de qada tenduristiyê bi rengekî serbixwe bê dîtin û anî ziman, ku têrê nake doktor bi tenê di nava meclîsên gel de cih bigirin, divê ev kes xizmetê bidin gel yan jî kesên karibin xizmetê bidin, perwerde bikin. Kendal Amanos bal kişand ser şerê giran ê di payîz û zivistana bihurî de li Kurdistanê qewimî û ragihand, di vê demê de ji aliyê mudaxleya tibî ve kêmasî hebûn. Amanos da zanîn, divê xizmetên tenduristiyê herêmî bibin got, "Tevî ku nexweşxaneyên li avahiyên mezin hebûn jî, mirov nikarîbûn bigihêjin van nexweşxaneyan. Destûr ji vê re nehat dayîn. Eger mirov nikaribin ji cihê lê ne bên derxistin, wê demê divê tenduristî xwe bigihîne wan. Pêwîste yekîneyên tenduristiyê li her cihî hebe. Her wiha gelek mal jî dikarin bibin malên tenduristiyê, gelek cih veguherin nuqteyên mudaxleyê. Ji bilî vê yekê, eger rewşeke gelekî lezgîn hebe, odeyeke jî dikare bibe cihê emeliyatê. Ev yek dikare rêxistinbûna sîstema tenduristiyê bafirîne."

XEBATÊN TENDURISTIYÊ; ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Ji endamên Komîteya Tenduristiyê Gulan Amara jî da xuyakirin, ku di karê tenduristiyê de armanca wan a bingehîn ew e, ku bi mudaxle, nêzîkatî û perwerdeyê re encamgir bin û ji bo pêvajoyê û têkoşînê bibin bersiv.

Amara da zanîn, weke tevgera azadiyê ew xebatên xwe yên tenduristiyê jî di çarçoveya paradîgmaya 'hevgirtina zanistî û ramanî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dimeşînin û got, "Esasê xebatên me yên tenduristiyê, ne karmendiyeke îteatkar a li sîstema hegemonîk e. Esasê vî karê me, şoreşa karê tenduristiyê ya jiyana nava têkoşînê ye. Û mayîndekirina vê şoreşê ye." Amara destnîşan kir, ku xebatên tenduristiyê yên çiyê, bi taybetmendiya xwe ya şoreşa di nava şoreşê re, rewşa jinê nîşan didin.

HER TIM, HEM ŞAGIRT E HEM JÎ MAMOSTE

Mahsûm Welat, ku beriya tevlî nava refên gerîla bibe li ser tenduristiyê perwerde didît, li çiyê jî vî karê xwe didomîne. Ev du sal in hem xwe perwerde dike hem jî hewl dide ji pêdiviyên tenduristiyê yên li vê derê re bibe bersiv. Welat bal kişand ser perwerde û xebatên li ser tenduristiyê yên li çiyê û got, "Di nava şert û mercên zehmet ên çiyê de hem hîn bûm bê çawa ev karê tenduristiyê bê meşandin, hem jî min ev kar xist meriyetê." Welat got, "Ez li vê derê hîn bûm, ku tevî başkirina fîzîkî, mirov çawa dikare mirovan bi rengê herî baş ji nû ve tevlî jiyanê bikin." Welat ragihand, mîna hemû karên li çiyê, di xebatên tenduristiyê de jî ew her tim hem şagirtin hem jî mamoste ne.

Welat ji bo xizmeta alternatîfa a tenduristiyê jî got, "Bi taybetî ciwanên li fakulteya tipê, dibistanên bilind ên pîşeyê tenduristiyê û lîseyên pîşeyî dixwînin dikarin li hev kom bibin û mirovan di vî warî de perwerde bikin. Bi vî rengî bersiv ji pêwîstiyên tenduristiyê yên gel re dikare bê dayîn."

...