'Şoreşa Rojava sînorên li pêşiya jiyana jinê ji holê rakir'
Jinên Minbicî gotin, Şoreşa Rojava hemû sînorên li pêşiya jiyana jinê hatine danîn ji holê rakiriye û bandor li tevahiya jinên li cîhanê kiriye.
Jinên Minbicî gotin, Şoreşa Rojava hemû sînorên li pêşiya jiyana jinê hatine danîn ji holê rakiriye û bandor li tevahiya jinên li cîhanê kiriye.
Jinên bi navê Fatîma Mihemmed û Rabîa Hassan ên ji Minbicê, ku xwe li herêmên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin azadkirin girtine, bal kişandin ser bandora Şoreşa Rojava. Her du jinan gotin, Şoreşa Rojava hemû sînorên li pêşiya jiyana jinê hatine danîn ji holê rakiriye û bandor li tevahiya jinên li cîhanê kiriye.
Fatîma Mihemmed û Rabîa Hassan zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê ya li Minbicê li wan dihat kirin û bandora Şoreşa Rojava ji ANF'ê re nirxandin.
Tu li ku ji dayik bû û mezin bû?
Navê min Fatîma Mihemmed e, li Minbicê ji dayik bûm. Ez li navenda Minbicê dimînim. Ji sala 2014'an û vir ve, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de min hewl dida jiyana xwe bidomînim. Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest bi pêngava rizgarkirina bajarê me kir, ez jî ji bajêr reviyam û min xwe li herêmên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine azadkirin, girt.
Li Minbicê, jiyaneke çawa ya jinan hebû?
Jinên li Minbicê, mîna civakên Rojhilata Navîn li gorî usûlê Îslamî xwe dinixumînin. Lê belê ev usûlê Îslamî ne ew rêbaza çeteyên DAIŞ'ê îdîa dike, ye. Kincên klasîk li xwe dikirin. Piştî ku DAIŞ'ê herêma me dagir kir, li gorî îdeolojiya xwe modelek Îslamê afirand. Li gorî vê modelê jin bi tenê dikare kincekî bi yek tîpî yê reş li xwe bike. Mêrek ne li cem be, jin nikare derkeve derve. Nikare cixarê bikişîne, nikare bigere, nikare biçe cem cîranan.
Şoreşa Rojava bandoreke çawa li we kir?
Di dema rejîma Baas de timî zext li jinan dihat kirin. Ev yek di tîpolojiya mirov û civakê ya Rojhilata Navîn de heye. Yanî civaka Rojhilata Navîn li paş hatiye hiştin. Bi taybetî jî jin. Bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re çeteyên cîhadî yên weke DAIŞ, El Nûra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam derketin holê û van çeteyan hîn bêhtir zext li jiyana jinan kirin. Çeteyên ku îdîa dikin li ser navê Îslam û Xwedê şer dikin, komkujî, îşkence, destavêtin û sirgûn li mirovên me kirin. Vê rewşê herî zêde bandor li jinan kir. Di rewşeke bi vî rengî de Şoreşa Rojava derket holê. Bêguman vê yekê bandor li min jî, li hemû jinên din ên li Sûriye û Cîhanê jî kir. Dikarim bêjim; Şoreşa Rojava hemû sînorên li pêşiya jiyana jinê hatibûn danîn ji holê rakir. Lewma weke şexs, Şoreşa Rojava ji bo min hêvî, rizgarî û azadî ye. Bawerim hemû jin xwedî heman hest û nêrînê ne.
Birêz Rabîa Hassan hûn li ku ji dayik bûn û mezin bûn?
Ez jî li navenda Minbicê ji dayik bûm û mezin bûm. Piştî ku bajarê min hat rizgarkirin ez ê vegerim û li wê derê bijîm. Lê belê vê carê ez ê li Minbica azad bijîm.
Piştî ku DAIŞ'ê bajarê we dagir kir, çi bi serê we de hat? Di jiyana we de çi guherî?
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, tirseke mezin ket dilê gelên herêmê. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê bi saxî mirov dişewitandin, serî jê dikirin, dest û mil jê dikirin, îşkence dikirin. Bi rengekî xwezayî, mirov ji bo karibin jiyana xwe bidomînin, neçar dimînin ji tirsa bîatê bikin. Piştî dagirkeriya DAIŞ'ê zîhniyeteke welê derket pêşiya me, ku jinê tine dihesibîne, mîna koleyê seksê dibîne, biryarê li ser kincên jinê dide û rastiyên xwe li ser wan ferz dike. Ji ber vê yekê jiyana jinê ya piştî dagirkeriya DAIŞ'ê, ne ti jiyan bû. Me hewl didan li mala xwe bijîn. Em nikarîbûn derkevin ber derî jî. Jiyana me kiribû zîndan. Me nikarîbûn pêdiviyên xwe yên rojane jî tedarik bikin. Ji xwe ji aliyê madî ve zehmetî hebûn. Çeteyên DAIŞ'ê baceke giran li ser cotkar û sewalkaran ferz dikirin. Qîma xwe bi vê jî nedanî, radibûn dest datanîn ser zevî û heywanên mirovan. Çeteyên DAIŞ'ê di bin navê fitre û zikatê de pere ji gundiyan kom dikirin.
Me bihîstin, çeteyên DAIŞ'ê gelek fetwa li dijî jinê derxistin. Ev fetwa li ser çi bûn?
Di tevahiya dîrokê de, her tim qalib li ser jiyana jinê hatine ferzkirin. Zext û zordarî li hebûn û rengê jinê hatiye kirin. Di van fetwayan de dihat gotin, divê jin bi endamên çete yên DAIŞ'e re bizewicin, hevjînên çeteyên di şer de mirin e divê bi endamekî din ê çete re bizewice. Ev yek bi tenê çend ji fetwayên çeteyên DAIŞ'ê bûn.
Bi qasî min dît, bi hatina van qadên ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin re hûn gelekî kêfxweş bûne. Bi tilîliyan we ev yek nîşandan. Di vê der barê de dixwazin çi bêjin?
Çeteyên DAIŞ'ê di bin navê Îslamiyetê de cîhana jinê herimandibûn. Em gelekî kêfxweş bûn, ku şervanên azadiyê gundê me rizgar kirin û ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Bi vê kêfxweşiyê, me ew kincên reş û tarî ji xwe kirin û ber bi şervanan ve beziyan. Me govenda azadiye gerandin û bi tilîliyan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Bawerim ev yek tiştekî gelekî xwezayî ye. Mala hemû şervanan ava be. Ji ber ku wan em ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev yek bi dayîna can û jiyana xwe kirin. Gelên Sûriyeyê ji gelek reng û dengan pêk tê. Komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam wê nikaribin vê rengînî û pirdengiyê tine bikin. Ti hêz wê nikaribe reng û zindîbûna jinê biçilmisîne.