Siyasetmedarên Kurd û Suryanî ji ANHA’yê re axivîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lenet kirin, gotin; “Tecrîda li ser Ocalan encama têkçûna dewleta Tirk a li beramberî fikrên demokratîk ên li Rojhilata Navîn e.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDKS) Şukrî Hemo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan lenet kir û got: “ Bi vê tecrîdê dewleta Tirk hewl dide projeyên Rojava û bi taybet projeya federaliyê bifetisîne. Lê, em ji wan re dibêjin wan Serok bi fîzîkî girtine, lê nikarin fikra wî ji me qut bikin.” Hemo ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriye (PÇDK) Abdulletîf Ehmed diyar kir tecrîda ku dewleta Tirk dimeşîne, wê nikaribe jiyana nû ya demokratîk û azad a ku bi ked û fikrên Ocalan şîn dibe asteng bike. Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bikevin nav liv û tevgerê.
Endamê Desteya Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Suryanî Şaxê Dêrikê Efram Ibrahîm tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Em ji yên ku tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan dimeşîne re dibêjin, we Ocalan girt. Lê felsefeya wî dinyayê tijî dike û em ê li ser binghê felsefeya netewa Demokratîk bi avakirina projeya federaliya demokratîk vê felsefeyê bişopînin.”