Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş yê Rûsyayê radestî Tirkiyeyê kir, li Amedê piştî derxistin dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.
Rûsyayê siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş yê 58 salî ku di 14’ê Tîrmeha 2011’an li Komara Xweserk ya Adigeyê hate girtin û salekê di kogişa yek kesî de ma, di 15’ê Hezîranê ji bo Gumuş radestî Tirkiyeyê bikin ji girtîgeha Tlustenhable ya Adigeyê şandibûn girtîgeha herêma transît ya Krasnadar Armavîrê. Gumuşê ku ji ber sedema nasnameya xwe ya siyasî demek dirêj li girtîgehên Tirkiyeyê ma û hêjan jî ji madeya 125’mîn ya hêjmar 765 ya Zagona Cezayê Tirk tê darezandin. Bi hinceta ku doz siyasiye ji bo bidaxwaza penaberê siyasî serlêdana Rûsyayê kiribû lê piştî hate redkirin, ji bo penabertiyê serî li Komîsertiya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî da bû.
Parêzerên Gumuş doz biribûn Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê. Lê belê bêy ku li benda biryara Konseya Bilind ya Rûsyayê, Komîsertiya Bilind ya Penaberan ya NY û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bimîne, bi hinceta ku biryara Dadgeha Bilind ya Rûsyayê derbazkere Gumuş radestî Tirkiyeyê kirin. Gumuş anîn Amedê û li wir derxistin 6.Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê. Piştî karûbarên li dadgehê xilas bûn, Gumuşê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Hate hînbûn ku, rûniştina yekem ya Gumuş dê di 27’ê Tîrmehê li 6.Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê bê dîtin.