Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş yê li herêma Armavîrê ya Krasnadarê ya Rûsyayê hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Gumuş pişt re bi balafirê birin Stenbolê û ji wir jî anîn Amedê.
Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş di 14'ê Tîrmeha 2011'an de li herêma Armavîra Krasnadarê ya Rûsyayê hate girtin. Gumuşê 58 salî di 15'ê hezîranê de ji bo radestî Tirkiyeyê bike şandibûn Girtîgeha Herêma Transît ya Armavirê. Gumuş ku li Tirkiyeyê demek dirêj girtî ma, li Tirkiyeyê ji xala 765 û xala 125'an a TCK'ê tê darizandin. Gumuş serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dabû. Lê Rûsyayê bêyî ku li benda biryara Konseya Dadgeha Bilind rawestin biryara girtinê dan û radestî Tirkiyeyê kirin. Gumuş dê li gel parêzerê xwe Fethî Gumuş bi helîkopterê anîn Amedê.
Gumuş dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê bê darizandin.