Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş, ku salên dûr û dirêj di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt û ji ber ku bi kansera pişikê bû di Nîsana par de kanser ji girtîgehê derket, li Silêmaniyeyê jiyana xwe ji dest da.

Mecît Gumuş di sala 2012'an de ji aliyê Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û di sala 2013'an de 22,5 sal cezayê ragirtina li girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku saziya tipa edlî rapora 'nikare li girtîgehê bê ragirtin' dayê, Gumuş di Nîsana par de hatibû berdan.

Mecît Gumuş, ku demek bû li nexweşxaneya tipa edlî ya Silêmaniyeyê dihat dermankirin, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Mecît Gumuş ê ji Mêrdînê, di sala 1982'an de cihê xwe di berxwedana zîndana Amedê de girtibû û demeke dirêj di girtîgehê de ma bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, karê xwe li çiyayên Kurdistanê dewam kir û ji bo tedawî bibe di sala 2012'an de çûbû Rûsyayê.

Tê payîn, cenazeyê Gumuş îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê were veşartin.