Sirri Sureyya Onder li derketina edliyeyê daxuyanî da
Piştî girtina Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag û girtina parlementerên HDP'î, Sirri Sureyya Onder ê bi vênêrîna şertê edlî serbest hat berdan, li têketina edliyeyê daxuyanî da.
Piştî girtina Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag û girtina parlementerên HDP'î, Sirri Sureyya Onder ê bi vênêrîna şertê edlî serbest hat berdan, li têketina edliyeyê daxuyanî da.
Piştî girtina Hevserokên HDP'ê Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementeran, parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Sirri Sureyya Onder, Çaglar Demîrel, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û parêzer ji edliyeyê derketin. Di dema derketina edliyeyê de dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin. Pişt re Sirri Sureyya Onder ê ku di serdegirtina malê de hat binçavkirin û li edliyeyê bi şertê vênêrîna edlî serbest hat berdan, li derketina edliyeyê daxuyanî da.
Onder wiha got: “Hevserokên me jî di nav de parlementerên me hatin girtin. Mirov nikare behsa huqûqbûyîna vê biryarê bike. Bi temamî li ser zemîna polîtîk li dijî siyaseta demokratîk e. Em bi pêkûtiyên ku dê hêviya aşitiyê û jiyana hevpar serobino bike re rû bi rû ne. Ev bes bi HDP'ê re ne sînor kiriye. Dibe ku îro HDP'ê hedef digirin, lê kî bîad neke dê berê xwe bide wan û bi vî awayî dixwazin wan ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Em rojên bi vî awayî dijîn. Lê ev ne ew roj in ku, me hêvî bin pê kiriye. Ev gel, hêzên demokratîk ên vî welatî, wekî niha gelek serdemên tarî jiyaye û bi berzkirina demokrasî û azadiyê ji derheqên wan derketiye. Niha, em ê bi biryardariyê nirxandinên xwe bikin."
Piştî daxuyaniyê dubare dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin.