DOSYA I

'Sir' a eşkere ya dewletê: Komkujiya Mereşê

Êrîşên dewleta Tirk ên li Mereşê di 19'ê Kanûna 1978'an de bi destê nîjadperest û faşîstan li dijî Kurdên Elewî da destpêkirin, hefteyekê bênavber dewam dikir.

Li Mereşê, ji hêla dewleta tarî, MÎT û CIA, li dijî Elewiyên Kurd, bi destê komên faşîst, 19-26’ê Kanûna 1978’an êrîşên qetlîamê pêk hatin. Lê, ev qetlîama bi gotina “sir a dewletê” hat nixumandin. Li şûna hevrûbûna vê qetlîamê û darizandina berpirsan, dewleta Tirk hê jî binavkirina hin cihên bajêr hewl dide zihniyeta qetlîamê zindî bihêle, destûrê nade ku xizmên qurbaniyan bîranînan li dar bixin. Wê demê bi qetlîama li dijî Elewiyan ku ji sedî 70-80’yê bajêr pêk tanîn, 150 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn, bi sedan kargeh û wesayît hatin şewitandin. Piştî qetlîamê, zêdetirî 150 hezar Elewiyî ji bajêr koç kir.

JI BER HEVRÛBÛN NABE QETLÎAM DUBARE DIBIN

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mereşê Selçûk Delîbaş bi bîr xist ku ketine 38’emîn salvegera qetlîama Mereşê ku 19’ê Kanûna 1978’an destpê kir û heta roja 26’ê Kanûnê dewam kir, wê demê bêyî li ducanî, jin, zarok û kal guhdar bikin, komên faşîst qetlîam pêk anîne, her wiha dest danîne ser mal û milkên Elewiyan. Delîbaş îfade kir ku piştî qetlîamê 150 hezar Elewiyên Kurd ji Mereşê koç kirine, anî ziman ku tevî 38 sal di ser re derbas bûye jî li şûna hevrûbûnê, ser wê tê nixumandin. Delîbaş, pirsa ‘Dewleta Tirk di kû derê qetlîamê de cih digire?’ anî ziman û destnîşan kir ku dewleta Tirk li şûna ku bi van êşan re hevrû bibe, di roja me de jî li bajarên Kurdan bi heman şiklî didomîne û ev jî encama wê zihniyetê ye ku bi qetlîaman re hevrû nabe.

LI BAJÊR HÊ JÎ ZIHNIYETA QETLÎAMÊ ZINDÎ TÊ GIRTIN

Delîbaş, ragihand ku wek ÎHD’ê xwestine ji bo hevrûbûna qetlîama Mereşê li bajêr li ser navê qurbaniyan peykerek bê avakirin, anî ziman ku peykera ku bê avakirin jî wê tevkariyê bi hevrûbûna qetlîamên li ser Elewiyên Kurd bike. Delîbaş, der bir ku hê ferasetek heye ku vê hovîtiya li qetlaîma Mereşê ji nifşên nû re radihîne, da xuyakirin ku bi vê jî hewl tê dayîn ku li ser civata Elewiyên Kurd psîkolojiya tirsê bê domandin. Delîbaş bal kişand ku hê li Mereşê zihniyeteke ku banga qetlîamê dike heye, destnîşan kir ku divê ziman û uslûb li ser navê aştî, xwişktî û biratiyê be. Delîbaş bal kişand li ser navên mîna ‘Bogazkesen’, ‘Kanlikopru’ û ‘Kanlidere’ ku li herêm û bergehan hatine kirin û wiha axivî, “Wek ÎHD’e, me xwest ev navên ku banga xwîn û qetlîamê dikin bên rakirin. Divê ev zihniyet ji holê bê rakirin. Wek li erdnîgariya Rojhilata Navîn jî tê dîtin, tê xwestin ku zihniyeta qetlîamker, kaosê li Mereşê jî bê serwerkirin.”

‘DIVÊ HESABÊ QETLÎAMÊ BÊ DAYÎN’

Delîbaş, destnîşan kir ku qetlîamên mîna Mereş, Sêwas, Çorûm û Meletî, hilberînên zihniyetekê ne û wiha pê de çû; “Tekane rêya tinekirina vê zihniyetê jî li gor mafên mirovan û danezana gerdûnî; hevrûbûn e. Îro em li Arjantînê dinêrin, bi qetlîama ku 30 sal berê kirî hevrû dibe. Dîsa Japonya dinêrin, Amerîka ji ber bombeya atomê avêtiyê lêborînê dixwaze.  Heta em li Tirkiyeyê bi zilma ku hatî kirin hevrû nebin, mixabin, tirs û fikarên me ew in ku wê qetlîam bidomin. Ji ber vê jî divê em serê xwe bêşînin bê çawa wê hevrûbûn çêbibin. Wek ÎHD, em xebatên vê dikin. Di serî de gelê Mereşê, wek ÎHD’ê em bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Em ê hevrû bibin.

Divê ti pirsgirêka Elewî bi Sunî re, Tirk bi Kurd re nebe. Teqez divê hevrûbûn hebe û xwiştî, biratî bên îlankirin. Ez Tirk im. Lê, ne mecbûr im ku xetaya bav û kalên min kirine qebûl bikim. Ji bo ev careke din nebin pêwîst e çi ji destên me tên em bikin.”

 ‘NIHA BÎRANÎN JÎ TÊN ASTENGKIRIN’

Delîbaş, di serî de rayedar û gelan, ev bang kir; “Heqê her kesî heye ku dayik, bav, zarokê xwe yê qetilkirî bi bîr bîne. Ji bo vê divê bi ti şiklî neyê astengkirin. Lê mixabin, îdare bi helwesta xwe ya qedexeker hewl dide van bîranînan asteng bike. Ev jî ne li gor mafên mirovan e. Em dixwazin ku ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Eger wek şexs em karibin bi qetlîaman re hevrû bibin, îdare jî wê neçar bimîne hevrû bibe. Eger ev nebe, li civakê pêvajoya qetlîaman bi dawî nebûye û wê nebe jî. Tirsa me jî ev e. Ji bo em karibin pêşî li qetlîaman bigirin, divê em bikevin nav hewldanek wisa.”