Silava roja 161. di bin dorpêçiya leşkeran de hat dayîn
Li gundên Miseynter û Elîzêrê yên Pirsûsê, ku nobeda li ser sînor lê dewam dike, ligel tevgera zêde ya leşkerî jî nobedaran bi destê hev girtin û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Li gundên Kobanê, pêngava duyemîn a azadkirinê ku her roj bi serketinên nû dewam dike, ji aliyên nobedarên li ser sînor ve hat silavkirin. Nobedarên li gundên Miseynter û Elîzêr ên Pirsûsê, di roja 161. de ligel dorpêçiya leşkeran jî bi destê hev girtin û berxwedêr silav kirin. Li her du gundan, ku ji ber operasyona veguhastina Tirba Silêman Şah ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin, nobedaran alên YPG/YPJ, PKK û TEVDEM'ê hilgirtin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ, YBŞ, HPG" û "Bijî Serok Apo" berxwedana Kobanê silav kirin.