Şikandina dîlgirtina li Şengalê
Derhêner rojnamevan Samî Solmaz, Qirkirina Şengalê di bin navê "Şikandina Dîlgirtinê" de bi belgeselekê vedibêje.
Derhêner rojnamevan Samî Solmaz, Qirkirina Şengalê di bin navê "Şikandina Dîlgirtinê" de bi belgeselekê vedibêje.
Derhêner rojnamevan Samî Solmaz, Qirkirina Şengalê di bin navê "Şikandina Dîlgirtinê" de bi belgeselekê vedibêje.
Solmaz tiştên dît û rewşa giştî ya Şengalê ji ANF'ê re nirxand.
Rojnamevan Solmaz da xuyakirin, ku di destpêkê de nêrîna wî ya amadekirina dokûmanterê nebû û got, "Di Îlona 2015'an de, ji bo kişandina dîmenê keçên Êzidên ji DAIŞ'ê reviyan e ez çûm Başûrê Kurdistanê. Rawestegeha min a destpêkê kampa Êzidiyan Essîan bû û bi rengekî tesadufî, midûrê kampê berê min da konekî. Li binê vî konî min bi zarokeke Êzidî ya 13 salî re hevpeyvîn kir. Di dema hevpeyvînê de min malbata vê keçê nas kir û piştre bi bavê wê Cemîl Çeto re em bûn mîna bira. Dema min li kampê dîmenên keçan dikişand, Şengal rizgar bû û min xwest piştî du rojan biçim dîmenê Şengalê bikişînim. Ji ber ku herêmeke bi rîsk bû û diviyabû em ji nava gelek gundên Ereb derbas bibin, ti ajokarî nedixwest min bibe. Yên dikarîbûn min bibin jî 300-400 dolar pere dixwestin. Ewqas pere li gel min tinebû. Ez hinekî li ser fikirîm û min li bavê keça 13 salî ya pê re hevpeyvîn kir, li Cemîl geriyam. Cemîl ji xwe ajokar bû û dema min jê re got dixwazim biçim Şengalê, yekser qebûl kir. Danê sibehê saet di 05:00 de em bi rê ketin. Cemîl, piştî 16 mehan cara yekemîn li Şengalê vedigeriya. Li Şengalê hînê gelek herêmên mayînkirî hebûn û hê nehatibûn paqijkirin. Lewma em timî dihatin hişyarkirin. Piştre fermandarekî pêşmergeyan ê pisporê mayînan bû, dan cem min. Em çûn Sûka Şengalê, ku şer lê giran bû. Cemîl bi deqeyekê jî ji min venediqetiya. Dema min dîmen dikişand, bi carekê ve min berê kamera da Cemîl û jê xwest, tiştekî bêje. Dema Cemîl dest bi axaftinê kir, min biryar da li ser Komkujiya Şengalê dokûmanterê amade bikim."
Derhêner Solmaz diyar kir, ji ber ku gelek herêm hê di destê DAIŞ'ê de ye, wî nikarîbû xwe bigihîne van herêmên krîtîk û got, "Min hewl da li herêmên Baadre, Essîan, Şêxan, Duhok, Zaxo, Şengal, Serdeşt û eniyên şer dîmen bikişînim û asta komkujiyê nîşan bidim. Karê kişandina dîmenan 7 mehan dewam kir."
'ŞENGAL DIŞIBIYA BERLÎN A PIŞTÎ ŞERÊ DUYEMÎN Ê CÎHANÊ'
Derhêner rojnamevan Solmaz da xuyakirin, ku li Şengalê ji bilî PKK û pêşmergeyan kes nema bû û rewşa Şengalê bi van gotinan vegot: "Avahiyeke bi tenê ya saxlem tinebû. Mîna Berlînê bû. Di Duyemîn Şerê Cîhanê de Elmanya çawa hilweşiya, rewşa Şengalê jê xerabtir bû. Avahiyeke bi tenê jî nema bû. Niha xirbeyên avahiyan radikin. Vê gavê, nepêkan e mirov li wê derê bijîn. Şengal rizgar bû, Lê belê gundên Şengalê yên weke Koço, Til Izêr, Gir Zerik, Til Werad hê jî di nava dagirkeriya DAIŞ'ê de ne."
JINÊN ÊZIDÎ JIYANA DÎLGIRTÎ QEBÛL NEKIRIN, XWESTIN ŞER BIKIN Û BERÊ XWE DAN NAVA REFÊN PKK'Ê
Samî Solmaz ragihand, hê gelek jin, keç û zarokên Êzidî hene di nava lepên DAIŞ'ê de ne, ku hin ji wan reviyan e, hin jî hewl didin birevin. Solmaz got, "Tevî ew hovîtiya bi serê wan hat, tevî wê destavêtina bi mehan, bi salan, firotina li bazarên koleyan jî, jinên Êzidî ji xwe re ji nû ve jiyanê ava dikin. Jineke bi salan rastî destavêtinê hatibe şerm dike yan jî dikeve nava psîkolojiyeke cuda. Lê belê jinên Êzidî êdî xwe gihandine rewşeke cuda. Mînak; sê xwişk hene. Piştî ku ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar dibin, ji bo şer bikin hema yekser berê xwe didin PKK'ê, tevlî nava refên PKK'ê dibin û dibin şervan. Yanî li şûna jiyana dîlgirtî, xwestin şer bikin."
DOKÛMANTER PIŞTÎ MEHEKÊ DIQEDE, WÊ JI HEMÛ FESTÎVALAN RE BÊN ŞANDIN
Solmaz diyar kir, ew niha montaja dokûmanterê dike û piştî mehekê wê biqede. Solmaz ragihand, wê vê dokûmanterê ji hemû festîvalên fîlan re bişîne.