Seydî Firat: Greva birçîbûnê manîfesto ye

Seydî Firat: Greva birçîbûnê manîfesto ye

Endamê Yekemîn Koma Aşitiyê ya ku 1’ê Cotmeha 1999ê li Şemzînanê derbasî Bakûrê Kurdistanê bû Seydî Firat ku niha jî xebatên xwe yên di Meclîsên Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê de didomîne û di heman demê de Endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye, di greva birçîbûnê de ye. Firat da zanîn ku greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 63’emîn manîfesto ye.Firat ku daxuyanî û helwesta hukûmeta Tirk ên li hemberî greva birçîbûnê weke heqaretê nirxand, got: “Ev tiştek ne exlaqî ye. Hukûmet hişmendiya berê dubare û dubare li ser çalakgeran pêk tîne, ev yek tiştek kirêt e.”

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a girtiyên Kurd a ji bo sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina mafê perwerde û parastina bi Kurdî kete roja 63’emîn. Bi armanca piştgiryê bidin greva birçîbûnê 13 endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê, Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, wekîlên BDP’ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dêdor kirin. Di nava vana de endamê Koma Aşitiyê ya yekemîn ya ji 8 kesan pêk dihat Seydî Firat jî heye. Seydî Firat der barê greva birçîbûnê de ji ANF’ê re axivî.

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA GIRTIYAN MANÎFESTO YE’

Seydî Firat da zanîn ku greva birçîbûnê ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê pir girîng e. Firat ku diyar kir ku rejîma siyasî ya îro ya Tirkiyeyê li ser xwe diçe, got: “Ber bi otorîterbûnê ve diçe, bi awayeke keyfî zextan pêk tîne. Îro ev yek wê têr dike, dikare li hemberî grevên birçîbûnê ya girtiyan şowmeniyekê bike. Dikare vê yekê servîs bike ji raya giştî re. Lê ev nêzîkatiyek pir kirêt e. Helwesta wan li hemberî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û hewldana ji bo nehiştina çalakî bigihe armanca xwe nêzîkatiyeke pir xeter e. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan manîfestoyek e.”

‘HUKÛMET BIXWAZE JÎ NIKARE DENGÊ BILIND Ê GIRTIYAN BIBIRE, EV ÇALAKÎ NIKARE BÊ ASTENGKIRIN’

Firat da zanîn ku divê hemû hêzên demokratîk, aliyên siyasî û reşenbîr xwedî li greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd ên di girtîgehên Tirakn de derbikevin û wiha berdewam kir:

“Çalakiya wan di şert û mercên dijwar û di bin zilmê de ye. Hukûmet bixwaze jî nikare dengê bilind ê girtiyan bibire. Nikare vê çalakiyê asteng bike. Tu kes nikare ku rê lê bigire ku ev deng negihe raya giştî ya Kurdan, Tirkiyeyeê û navneteweyî.”

Firat wiha pê de çû: “Hikûmet çiqas li dijî vê manîpulasyonê bike jî xuyaye ku nikare asteng bike. Ev ne mumkun e. Ji ber rêbaza çalakgeran gelek bi bandor e. Ya duyemîn jî perspektîfa çalakgeran mirovane ye û ji bo çareseriyê ye. Ji ber vê jî sekna çalakgeran hemû sekna neçaseriyê hatiye ser rê. Hikûmet çiqas xwe serkeftî bibîne jî dê bi ser nekeve. Kîjan amûran bi kar bîne bila bi kar bîne, kîjan rêbazî bi kar tîne bila bi kar bîne şensê wan yên serkeftinê gelek qels e.”

NÊZÎKATIYA HIKÛMETÊ NE EXLAQÎ YE

Firat da zanîn ku divê zêdetîr xwedî li girtiyên PKK û PAJK’ê ku ji 12’ê îlonê de bedena xwe dane ber mirinê û wiha got: “Piştgirîdayîna vê çalakiyê berpirsyarî û deynê li ser pişta me hemûyan e.”

Firat bal kişand ser helwest û daxuyaniyên der barê girevên birçîbûnê yên hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku ev heqareteke li dijî çalakgeran e û wiha got: “Ev tiştekî ne exlaqî ye. Hikûmet zihniyeta berê li hemberî çalakgeran dubare dike û ev jî kirêtiyeke mezin e.”

Firat diyar kir ku hikûmeta AKP’ê gelê kurd û daxwazên wan fêm dike lê ji nedîtîve tê û wiha got: “Hikûmet ji nefêmkirinê pir hez dike. Di rastiyê de fêm dike lê weke fêm nake tevdigre. Di demên berê de ev pir hat ceribandin. Ev şêwaz êdî kronîk bûye. Her ku dikevin tengasiyê serî li vê didin. Lê ev ne çare ye.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZA HERÎ RAST NÎŞAN DIDE

Seydî Firat da zanîn ku kurd ne kurdên berê ne û ragihand ku ji bo mafên xwe dengê xwe bilind dikin û got: “Deshilatdariya siyasî êdî parçe bûye. Destilatdarî ji ber vê dixwaze bi demagojî û manîpulasyonê vê ji ser xwe biavêje. Lê ev ne mumkun e. Nikarin jê derkevin. Hikûmet li dijî gelê kurd nêzîkatiye pir tund nîşan dide. Tu kes serî li dijî wê natewîne. Tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalane. Ev nayê qebûlkirin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê helwesta xwe nîşan dane. Di rastiyê de ev rêbaza herî baş nîşan dide. Di vê hemû kes xwedî li vê nêzîkatiya girtiyên siyasî derkeve. Girtiyên siyasî îradeyeke bi hêz nîşan dane û daxwazên gelekî anîne ziman û berpirsyariya me ew e ku divê em xwedî li çalakiya wan derkevin.

TÊKOŞÎNA QASIDÊN AŞTIYÊ DI DÎROKÊ DE WEK NÎŞE MA

Firat diyar kir ku wan piştî ku weke koma aştiyê derbasî Tirkiyeyê bûn ew xistine girtîgehê û got: “Niha rewşa hevala me Aysel Dogan giran e. Ew jixwe ji bo aştiyê ketin serê vê rêyê. Têkoşiyan. Lê mixabin hikûmetê ev helwesta wan bê bandor hişt. Beşeke wan rastî cezayên giran hatin. Lê têkoşîna wan a bi rumet didome. Ew weke qasidê aştiyê hatin . Armanc û têkoşîna wan wekî nîşe li dîrokê ma. Niha ew jî tevlî vê çalakiyê bûne. “

Firat di dawiya axafatina xwe de bang li gel kir ku bila dakevin kolanan û berxwedana xwe xurt bikin.