Şewata ku tîmên taybet li Kerboranê pêxistibûn dewam dike
Şewata ku ji aliyê tîmên taybet ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate pêxistin li bejahiya navçeyê belav dibe.
Şewata ku ji aliyê tîmên taybet ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate pêxistin li bejahiya navçeyê belav dibe.
Di encama gulereşandina tîmên taybet ên li nûqteya lêgerîna polîsan, li devera Newal Aşa ya navçeya Kerboran a Mêrdînê şewat derketibû. Şewata ku saetên dernegiya şevê pêketibû nehat vemirandin.
Di saetên rojê de ji aliyê tîmên agirkujî û gel vexwestin ku mudaxeleyî şewatê bikin, lê têrê nekirin ku şewatê vemirînin. Bi hêza bayê ve şewat her ku çû belav bû, bû sedem ku deverekî mezin bike xwelî.
Şewata ku li bejahiyê pêketî hê jî dewam dike.