Şervanên YPG ê li eniya başûr 36 km bi pêşve çûne

Şervanên YPG ê li başûrê Kobanê bi pêşve diçin, niha rêya Rodka derbas kirine û hêdî hêdî nêzî depoyên genim ên Sirînê dibin.

Şervanên YPG'ê yên li başûrê Kobanê bi pêş ve diçin, niha rêya Rodka derbas kirine û hêdî hêdî nêzî depoyên genim ên Sirînê dibin. 

Roja 17'ê Sibatê danê seharê şervanên YPG ê ji xeta xwe ya gundê Xerabxel, Feyad, Zinarê qul bipêşve çûn, gundê Qelheydê, Bîlîk, Esed, Nûralî, şakrûkû, perçek ji riya Rodka ya ku ji Kantona Cizîrê tê Reqa, di Kobanê re derbas dibe û diçe Helebê û benda kontrolê ya Dijla girtin. Şervan li gundan nesekinîn û xwe dan girên bilind mîna girê Sîdar, û kopikên derdora wê. Ew gir li ser gundê Qelheydê, Qerat, Girik û hinek gundên girêdayî Sirînê mîna gundê Mureba serwerin û 36 km ji bajarê Kobanê dûr e. 

Hîna şervanan çeperên xwe saxlem nekiribûn saet 12 ê nîvro de tevgerkirina çeteyan di gundê Qerat, Qelheydê û Girik de çêbû. Çend kêlî derbas nebûn şervanên YPG'ê ketin nava liv û tevgerê de û pevçûnê destpê kir. Çeteyên DAIŞ'ê ji girê Şehîd Hecî yê li başûrê Kobanê û xeta parastinê ya berê bû xwe berdan sîlsîleya girê Sîdar û di navbera wan û şervanên YPG ê de pevçûneke gelekî giran qewimî. Di nava wê pevçûnê de baraneke gelekî dijwar dibariye, ew hewaya cemidî ya ku diber wê baranê re dihat destê herkesî diqerisî û şervanan bi zorê zincîra çeka BKC ê tejî dikirin. Li gel şervanên ku li girê Sîdar disekinîn pevçûn di mesafeta keleşinkof û bomban de çêbû, li gel gurûpên dîtir pevçûn di mesafeta çeka BKC ê de bû. Çeteyên DAIŞ ê dixwestin bi riya suyqastê û çekên giran li pêşiya şervanan bibin asteng û wan paşve bidin, lê belê şervanên YPG ê li hemberî çekên wan ên giran û bersivdayîna wan paşvenekişiyan û hemû gurûp di ciyê xwe de man. Dijwariya pevçûnê heyanî saet heştê êvarî bû, piştre her du milan bi çekên giran heyanî saet nehê şevê li hevdû dixistin. 

Di wê tarîtiyê de şervanên YPG ê yên ku rê dinasîn bi erebê cebilxane, xwarin û nivîn ji şervanan re birin. Heyanî saet nehê şevê baran rawestiye, lê belê şervanên YPG ê ji pora xwe heyanî lingê xwe di nava avê û celbê de mabûn, nivînên wan hemû şilbibûn û piştî rawestandina baranê wî bayê qerisî bê rehmet êrîşdikir. Mirovên xwecih hatin desteka şervanên YPG ê û bi hev re heyanî sibehê bi hêviya roja dîtir rok derbikeve di wan çeperan de mitêl û betanî bi xwe de kiribûn û li benda tîrêjin rojê bûn. 

Roja 18 ê Sibatê mijê serê sibehê ne tenê tîrêjin rojê nixumandibû, bajar, gund û heyanî du metroyan te nikarîbû li pêşiya xwe bibîne. Rok hesret bû û dilopên xunafê mîna dilopên baranê her dever şilkiribû. Hemû şervanên ku nikarîbûn agridadin an jî xewbikin tedbîrên xwe li hemberî çeteyên DAIŞ ê girtibûn, çeperên xwe saxlemkirin û di çeperên xwe de bûn heyanî ku mijê vekir û derdora xwe dîtin.
Şervanan hinek dar ji gundan anîbûn û di bin baranê de agir dadan, li ser wê westandina xwe her tim di nava tevgerê de bûn. Ji milekî ve tevgera çeteyan dişopandin û wexta tevgerkirina çeteyan dîtibane bi çeka BKC ê li wan dixistin û şervanên dîtir jî di bin baranê de ji xwe re çadir vedikirin.

Şervanên ku xwe li ser girê gundê Girik bicih kiribûn di saetên nîvro de ketin nava tevgerê û gundê Girik ji çeteyan rizgarkirin û bi pêş ve çûn.  

Şervanên YPG'ê yên berê xwe dane depoyên genim ên Sirînê 2 kîlometre mane xwe bigihînin.