Şervanên şoreşê Delîl û Taniya hatin oxirkirin
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê şervanên xwe Delîl Mereş û Taniya Dogan, oxir kirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê şervanên xwe Delîl Mereş û Taniya Dogan, oxir kirin.
Gelê bajarê Dêrikê û gundewarên wê, di derketina bajêr de kom bûn, tevlî karwanê erebeyan bûn û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Dema girseya gel gihişt goristanê, şervanan cenazeyên Delîl Mereş û Taniya Dogan hildan ser milên xwe û merasîma oxirkirinê bi merasîmeke leşkerî destpê kir.
Di merasîmê de, hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Hevseroka MSDꞌê Îlham Ehmed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Ebdulkerîm Sarûxan, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn û Endama Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Foza Yûsif, amade bûn.
Fermandara YPJꞌê Roza Dêrik axivî, sersaxî ji malbatên her du şervanan re xwest û da zanîn ku serkeftinên li Rojava hatine pêk hatine, bi saya xwîna şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Ferhad Dêrik , Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana şoreşa Rojava.
Di dawiya merasîmê de, nasnameyên her du şervanan hatin eşkerekirin û di nav tîlîliyên dayikan de, spartin axê.