Şervanên QSD'ê: Em ê dorê li Reqayê bigirin û azad bikin
Şervanên di Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin gotin, "Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirinê de, em dixwazin rojavayê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin."
Şervanên di Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin gotin, "Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirinê de, em dixwazin rojavayê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin."
Şervanên di nava Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin, ji ANF'ê re axivîn. Şervanan dan xuyakirin, ku di çarçoveya pêngavê de ew ê rojavayê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û bi vî rengî dorê li bajêr bigirin.
YÛSIF YÛSIF: Pêngava me ji bo dorgirtina li Reqayê û paijkirina ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Bajarê Reqayê zêdeyî 2 sal in di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye. Lê belê civaka navneteweyî bêdeng ma. Gel û bajarê me di nava lepên mirinê de hatin hiştin.
Hêzên me gelek caran li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon pêk anîn û gelek herêmên Sûriyeyê ji çeteyan paqij kirin û rizgar kirin. Lê tevî vê yekê jî ti destekeke navneteweyî ji van operasyonên hêzên me re nehat dayîn.
Di serî de dewleta Tirk, gelek hêzên xwedî niyeta nebaş, di ser re propaganda reşkirinê li dijî hêzên me kirin. Û hewl dan gelên Sûriyeyê li ber hev rakin. Hêzên me yên di nava operasyonê de cih digirin ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen pêk tên. Yanî hûn dikarin tevahiya dewlemendiya Sûriyeyê li vê derê bibînin.
Hêzên di bin sîwana QSD'ê de cih digirin û nekarîn tevlî pêngavê bibin, ji ber ku li xetên parastinê ne nekarîn tevlî operasyonê bibin. Û li cihê lê ne, axa me ji dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Neteweyî' diparêzin.
Weke QSD em dibêjin; em ê dorê li Reqayê bigirin, di demeke nêz de bajêr û axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û azad bikin.
MIHEMED EL CADIR: Em derbasî qonaxa duyemîn a Pêngava Dorlêgirtin û Rizgarkirina Reqayê bûn, ku vê pêngava me di 5'ê Mijdarê de dest pê kiribû. Di çarçoveya qonaxa duyemîn de me heta niha gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û azad kirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de em dixwazin rojavayê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. Lê belê ewlehiya jiyanê ya sivîlan ji bo me esas e. Lewma em gelekî bi baldarî tevdigerin û operasyonên xwe bi hesasiyeteke mezin dimeşînin.
Weke şervanên QSD'ê em di asteke bilind de hewl didin li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin. Lazim e her kes bi vê zanibe. Armanca me ew e, axa Sûriyeyê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat ve hatiye dagirkirin, rizgar bikin. Em ê hemû dagirkeran ji ser axa Sûriyeyê derxînin. Serketin wê ya QSD û gelên Sûriyeyê be.