Şervanên Minbicê derbên xurt li çeteyan didin: 30 çete hat kuştin, şer dewam dike

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê rizgarkirina çerxeriya Cezîrê de zêdetirî 30 çeteyên DAIŞ`ê kuştin û li Taxa El-Niêmî şervanên Minbicê pêşde diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbên xurt li çeteyên DAIŞ’ê didin. Di şerê rizgarkirina çerxeriya Cezîrê de zêdetirî 30 çeteyên DAIŞ`ê kuştin û li Taxa El-Niêmî şervanên Minbicê pêşde diçin.

Hat ragihandin ku li aliyê rojhiltaê navenda bajarê Minbicê li Taxa El-Niêmî di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de şer diqewimin.

Hat diyarkirin ku di şerê rizgarkirina çerxeriya Cezîrê de zêdeyî 30 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û li Taxa El-Niêmî yê jî pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di didome.

Her wiha di lêgerîna şervanan a li gundewarên başûrrojava li gundê Dendeniyê  14 cenazeyên çeteyan hatin dîtin. Li gel 15 cenazeyên çeteyan ên vê sibehê hatin dîtin jî, hejmara cenazeyên çeteyan ên ketin destên şervanan bûn 29 cenaze.