BI DÎMEN

Şervanên Minbicê bi hêvî û bi biryar in

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji sedî 90 ê navenda bajarê Minbicê rizgar kirin. Şervanên azadiyê bi vîn û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe didomînin.

Ji şervanên azadiyê yên li Minbicê Îsa Mûhammed Mehmed ê 50 salî got, „Ez ji van operasyonan gelekî bi hêvî me. Baweriya min pê heye, ku di demeke nêz de wê bajar rizgar bibe û gel vegere mala xwe. Berê em gelekî ditirsiyan, lê niha qet natirsim; çi destê min çi bê dixwazim bikim. Ji destê kê çi tê divê bike. Mirovên dest û çavên xwe hene, divê rahêjin çekê û van kujeran ji vir derxînin.“

Mehmed ê li febrîqeya çîmento dixebitî, piştî zilma DAIŞ’ê da dû azadiyê û bi çeka xwe niha bajêr diparêze.

BI HÊVÎ ME

Tevî ku emrê xwe pêncî salî ye, bi coş û enerjiya xwe di nava yekîneya xwe ya leşkerî de bûye çavkaniya moralê. Di nava yekîneyê de yê herî emrdirêj e. Lê yê herî bi coş û tevger e. Beriya mehekê mîna gelek kesan ji nava lepên DAIŞ’ê reviya, xwe li qadên azad kir, lê piştî demeke kurt rahişt çeka xwe û cihê xwe di nava hêzên azadiyê de girt. Ji wê rojê ve tevî yekîneya xwe cihê xwe di operasyonên li bajarê xwe de digire.

Qala du sal û nîvên vê dawiyê kir: „Jiyana du salan a di nava desthilatdariya çeteyan de, zilm bû. Piştî ku me bihîst şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê, em gelekî kêfxweş bûn. Di nava dagirkeriya çeteyan de em nikarîbûn baxiviyan. Malbata min û zarokên min niha li cihên ewle ne. Her zarokekî ji bajêr derdikeve, mîna zarokê min e hembêz dikim û maçî dikim. Yên ji bajêr derdikevin, hemû bi kêf in. Lê hê mirovên nekarîne derkevin û di bin zilma çeteyan de ne, hene. Ez dixwazim ji vê zilma li ser welatê me rizgar bibim. Şerê li hemberî wan ji bo min şeref û namûs e. Ez ji van operasyonan gelekî bi hêvî me.

LI PÊŞ ÇAVÊN BAVÊN WAN SERÊ ZAROKAN JÊ KIRIN

DAIŞ’ê li pêş çavên me serê zarokan jê dikirin. Bavên ku serê zarokên wan dihat jêkirin, ji tirsa nikarîbûn dengê xwe derxînin. Serê pismamê min jê kirin, lê me nikarîbû dengê xwe jî derxista. Wesayîtên me şewitandin. Li jinên me xistin, lê me nikarîbûn dengê xwe derxînin. Ev hemû jî bi navê Misilmantiyê kirin. Ev çi Misilmantî ye.“

...