Şervanê YPS’ê Can ji aliyê hezaran hate oxirkirin
Şervanê YPS’ê Mehmet Can bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Şervanê YPS’ê Mehmet Can bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Endamê YPS’ê Mehmet Can ê di berxwedana xwerêveberiya li navçeya Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Danê sibehê malbatê cenazeyê Can ji Cizîrê anîn Îdirê, bi karwanekî bi dehan wesayîtan ve li aliyê Sûveren ê girêdayî navçeya bajêr hate pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirina cenaze de hevserokên DBP, HDP yên Îdirê, Hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît, Hevşaredara Tozanê Neşegul Can, Hevşaredara Hoşhaberê Nûrcan Paran û bi sedan kesî amade bûn.
Cenazeyê şervanê YPS’ê Can, ji vir anîn gundê Molla Kamer ê girêdayî navçeya Tozanê.
Gel di têketina gund de cenaze hilgirtin ser milan heta goristana gund bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” meşiyan. Cenazeyê Can ên anîn goristana gund, li vir veşartin.
Hevserokê HDP’a Îdirê Hasan Sefa axaftinek kurt kir, wiha got: “Gelê Kurd di vê têkoşînê de tenê mafê xwe dixwaze. Di rêya demokrasiyê de wê têkoşîna me bidome.”