BI DÎMEN

Şervanê YPG’ê Jaîme Brîght, li Perthê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Şervanê YPG’ê yê Awûstûralyayî Jaîme Brîght (Gabar Amed) ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Perth bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Di merasîmê de malbata şervanê YPG’ê Jaîme Brîgeh (Gabar Amed), bavê şervanê YPG’ê Reece Hardîng ê ku par jiyana xwe ji dest dabû Keîth Hardîng, Kurdistaniyên li Perth, Melboûrne û Sydneyê dijîn, rêveberên komeleyan jî din nav de nêzî 250 amade bûn.

Di merasîma ku li Parka Pînnaroo Valley Memorîal malbata Brîght, birayê wî û aktivîsta Jina Kurd Hawzhîn Azezz axivîn.

Azezz, bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Azezz anî ziman ku Jaîme Brîght li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’Ê 17 mehan têkoşîn kir û jiyana xwe ji dest da. Jaîme Brîght ê ku ji bo rûmeta mirovahiyê jiyana xwe ji dest da wê her tim di dilê gelê Kurd de cihê xwe bigire. Piştî axaftinên Azezz sînevziyonek hate pîşandan.

Merasîm bi xwendina ‘Çerxa Şoreşê” û dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.

...