Şervanê YPG'ê Gurdegîr hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Oktay Gurdegîr (Bêdeng Çolîg) di şerê herî dijwar ê bi çeteyên DAIŞ'ê re li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenazeyê Gurdagîr hat wergirtin, li gundê jê dayik bibû bi zêmaran hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Oktay Gurdegîr (Bêdeng Çolîg) di şerê herî dijwar ê bi çeteyên DAIŞ'ê re li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenazeyê Gurdagîr hat wergirtin, li gundê jê dayik bibû bi zêmaran hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Oktay Gurdegîr (Bêdeng Çolîg) di sala 2014'an de di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re li Kobanê birîndar bibû. Gurdagîr ê piştî li Pirsusê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, li wir jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li goristana navçeyê hatibû definkirin. Malbatê di 21'ê Adarê de ji bo testa DNA'yê mînakên xwînê dabû, piştî cenaze hat teşxîskirin, ji hêla malbatê ve cenazêyê Gurdagîr ji goristana navçeyê hat wergirtin û anîn Çewlikê. Cenaze li navçeya Dara Hênê ji hêla bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û ji bo definkirinê birin gundê Dewa Madrag. Piştî li mizgeftê wecîbeyên olî bi cih anîn, cenaze ji hêla girseyê ve hat wergirtin û li goristana gund hate definkirin. Dayika Gurdagîr di merasîma cenaze de ev tişt got: "Ti carî dilê min neşikand. Her dem gotina min dikir, bila cihê de bihuşt be Oktay."
Piştî karûbarên definkirinê girse derbasî mala sersaxiyê bû. Serlêdanên sersaxiyê li mala sersaxiyê ya mizgefta gundê Dewa Medragê tên qebûlkirin.