Şervana YPS’ê Mevlude Bozkûrt li Wanê hate definkirin

Şervana YPS JIN'ê Mevlude Bozkûrt a ku berî 6 mehan di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan a Sîlopya hatibû definkirin, piştî 6 mehan malbatê cenazeyê xwe girt û li Wanê definkir.

Şervana YPS JIN'ê Mevlude Bozkûrt a ku berî 6 mehan di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan a Sîlopya hatibû definkirin, piştî 6 mehan malbatê bi nimûneya testa DNA’yê cenazeyê xwe girt û li Wanê definkir.

Şervana YPS JIN'ê Mevlude Bozkûrt (Raperîn Kajîn), berê 6 mehan li navçeya Cizîrê di şerê berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê Bozkûrt li goristana Silopiyayê hat definkirin. Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe wergirin mînaka xwînê dan. Piştî 6 meh şûnde bi testa DNA diyar bû. Malbata Bozkûrt cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan a li navçeya Sîlopyayê wergirtin û anîn Wanê. Cenazeyê Bozkûrt ewil birin Morga Goristanê Akkoprû. Jinan piştî cenaze ji Morga AKopru wergitin bi karwana ji sedan maşîne pêk tê heta Goristana Taxa Yenî meşiyan. Di merasimê de wekîlên HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe û Lezgin Botan, rêveberên MEYADER, DBP, HDP, KJA, Dayikên Aştiyê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di merasimê de bê navber siloganên “Şehid namirin”, “Ey şehit xwina te li erdê namine” û “Bê serok jiyan na be” berz kirin. Jinan li vir darbesta Bozkûrt danîn ser milê xwe û heta goristana Taxa Yenî meşiyan. Polîsên hatin ber goristanê gule berdan hewa û xwest girse belav bibe. Lê girsê bi tilîlî û siloganan bersîv da polîsan û kes belav nebû. Girsê bi silogan û bertekan bertek nîşanî polîsan da û polîs paşve kişiyan. Girsê bêyî li polîsan guhdar bike cenaze anîn goristanê û piştî wecîbeyên olî cenaze spartin axê.

'TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME

Girsê li ser gorê ji bo kesên di têkoşîna azadî u demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt. Li ser navê girsê Hevseroka MEYADER'ê Neriman Ûyar axivî û diyar kir ku her çend cenazeyên zarokên Kurdan nedin jî ew dê cenazeyên xwe di destê wan de nehêlin.

Wekîla HDP'ê ya WAnê Bedia Ozgokçe jî anî ziman ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe û wiha got: "Gelê Kurd bi têkoşîna xwe rê li pêş azadî û aştiya hemû cîhanê vedike. Hêviya aştî û azadiyê dide cîhanê.

JINAN LI CIZÎRÊ DESTAN NIVÎSAND

Xwişka Bozkûrt Emine Bozkûrt jî anî ziman ku jinên Kurd û ciwanên Kurd li Cizîrê destanek pir mezin nivîsand û wiha got: "Ez û malbata xwe ji bo em layiqî şehîdên xwe bin, çi ji destê me bê em dê bikin." Piştî merasima cenaze girse derbasî mala sersaxiyê bû.