Serokê Federasyona Rêxistinên Saziyên Sivîl û Civakî Adnan Enwer Beg ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ku 67 rojin berdewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 67'a de berdewam dike. Ji bo piştgiriya grevê Serokê Federasyona Rêxistinên Saziyên Sivîl û Civakî Adnan Enwer Beg jî li mala xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Enwer Beg ani ziman ku, ji bo piştgiriya xwe bine ziman wekî kes ketiye grevê û piştgiriya xwe tîne ziman.