Dr. Umêd Sebah bilêv kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê kuştina leşkerên Tirk bi tundî şermezar dike.
Çapemeniya Tirkiyeyê serdana Barzanî ji bo hevpeymaneke nû ya di navbera hikumeta Tirkiye û Herêma Kurdistanê de weke destpêkekê bi nav dikin, malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê kuştina leşkerên Tirk bi tundî şermezar kir.
Serokatiya herêmê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, “Lê mixabin roja Pêncşemê borî li bajarê Hatayê sê efser û serbazekî Tirk hatin kuştin.” Û dibêje: Em weke Serokatiya Herêma Kurdistanê vî şer û kuştinê bi tundî şermezar dikîn.”
Dr. Umêd Sebah li ser navê Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê kuştina serbazên artêşa Tirkiyeyê daxuyanî û bilêv kir ku, ev çalakî ziyanê didin hewildanên aştiyê û dibêj: “ Li gorî me ev kuştinane ziyanek mezin didin hewildanên aştiyê.”
Daxuyaniya ku Hikumeta Herêmê dayî wiha: “Dûbare dikîn ku ev êrîş û kuştinane bê encamin û qet xizmetê nadin çi aliyan. Pêwîste li rêyên aştiyane bigerin, ev çend care em dûbare dikin ku, ev cure kiryarane bi çi awayî xizmetê ji bo gelê Kurdistan nake û demokrasiyê nayne herêmê.”
Balkeeşe ku kuştinên dewleta tirk nehatibûn şermezarkirin ku di meha borî de 15 gerîllayên jin ji aliyê hezaran leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin û di heman demê de çi gotin li ser kuştina 4 gerîllayan li heman herêma çalakiyê ku niha kuştina leşkerên Tirk lê hatine kuştin şermezar dikin.