Serfermandarê Giştî yê DYA bi Barzanî re rûnişt
Serfermandarê Giştî yê DYA Joseph Dunford bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê dema wî ya seroktiyê qediyaye re hevdîtinek pêk anî.
Serfermandarê Giştî yê DYA Joseph Dunford bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê dema wî ya seroktiyê qediyaye re hevdîtinek pêk anî.
Serfermandarê Giştî yê DYA Joseph Dunford bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê dema wî ya seroktiyê qediyaye re li Hewlêr hevdîtinek pêk anî.
Di pêvajoyeke ku Rûsya li hember çeteyên DAIŞ’ê bi Iraq û Îranê re koordînasyoneke hevpar ava kiriye û li herêmê bandora xwe zêde kiriye, Serfermandarê Giştî yê DYA Joseph Dunford bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê dema wî ya seroktiyê qediyaye re li Hewlêr hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin li navçeya Selahaddîn a girêdayî Hewlêr li ofîsa Barzanî pêk hat. Di hevdîtinê de, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Kûbad Talabanî û rayedarên paye bilind di hevdîtinê de cih girtin.
Di daxuyaniya ku di malpera serokatiya Başûrê Kurdistanê de cih girt, hat diyarkirin ku mijara bingehîn a hevdîtinê têkoşîna li hember DAIŞ’ê bû.
Serdana Serfermandarê Giştî yê DYA Joseph Dunford ku piştî krîza siyasî ya di navbera partiyan û serdana Neçîrvan Barzanî ya Îranê pêk hat bal kişand.
Serdana Hewlêr bû duyemîn serdana Serfermandarê Giştî yê DYA ya derveyî welêt. Dunford di yekemîn serdana xwe ya derveyî welêt de çûbû Îsraîl.