Tevî 20 hezar leşker û teknîka herî pêşketî jî çeteyên Qesrê bi mehan e nikarin li hember berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê pêş ve biçin. Herî dawî Serfermandarê Giştî Orgeneral Hûlîsî Akar ew ziyaret kirin. Akar, têkîldarî operasyona qirkirinê ya çeteyên Qesrê agahî wergirt.
Êrîşên qirkirinê ya li hember îradeya xwerêveberiya li Şirnexê di roja 54. de dewam dike, çeteyên Qesrê li hember berxwedana endamên YPS û YPS-JIN’ê nikarin bi pêş biçin. Li bajêr ku 20 hezar çeteyên Qesrê derdor girtine û bi topbarana ji tankan ve mal bi erdê re kirine yek, hêzên çekdar ên Qesrê bi mehan e nikarin li hember berxwedana YPS/YPS-JIN’ê pêşve biçin.
Bi Akar re Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Salîh Zekî Çolak jî hat.
Akar û heyeta pê re, bi helîkopterên leşkerî derbasî 1. Fermandariya Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê bûn, maseya qirîzê ya ya operasyonê ziyaret kir.
Çeteyên Qesrê yên bi mehan e ti rêbazên neceribandine nehiştine, li hember berxwedana endamên YPS û YPS-JIN’ê çareserî di kolandina xendekan de dîtibûn.