Şerê li Şirnexê dewam dike
Li Şirnexê ku tevahiya rojê bomberdûman lê hat kirin, bi şev şerekî dijwar qewimî. Li bajêr liv û tevgera hewayî dewam dike û otogara ku duh hêzên dewleta Tirk agir pê xistin, hînê dişewite.
Li Şirnexê ku tevahiya rojê bomberdûman lê hat kirin, bi şev şerekî dijwar qewimî. Li bajêr liv û tevgera hewayî dewam dike û otogara ku duh hêzên dewleta Tirk agir pê xistin, hînê dişewite.
Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 46. de ye. Duh bi şev li bajêr şerekî dijwar qewimî. Li dû bomberdûmana nava rojê, maşînên zirxî danê êvarê gule li taxên berxwedanê reşandin. Li herêmê şer giran bû. Gelek ambûlans sewqî herêmên şer hatin kirin.
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî, Aydinlikevler, Dîcle û Bahçelîevlerê bûn hedefa endamên YPS/YPS Jinê. Di encama bersivdayîna Yekîneyên Parastina Sivîl de şerekî dijwar qewimî û heta danê sibehê dewam kir.
Şer danê sibehê li taxên Yenî û Bahçelîevlerê giran bû. Der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neket.
DÛ BI SER TAXÊ KETIYE
Yek ji taxên berxwedanê Dîcle ye, ku ji ber êrîşên giran dû bi ser ketiye. Hêzên dewleta Tirk duh agir berdan Otogara Şirnexê ku madeyên pêdiviyan ên şaredariyê lê bûn. Şewata li otogarê hînê dewam dike. Li bajêr û herêmên bejahî liv û tevgera hewayî jî dewam dike.
TÎMÊ TAYBET Ê BIRÎNDAR MIR
Li aliyê din ji tîmên taybet ên du roj berê li Şirnexê di şerê li hemberî YPS/YPS Jinê de birîndar bû Tûran Çelîk li GATA'yê mir.