BI DÎMEN

Şerê li navenda Minbicê dewam dike

Li rojava, bakurrojhilat û başûrê Minbicê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de, ji duh bi şev û vir ve 15 çete hatin kuştin.

Piştî ku Firina Îhyatî ya li navenda bajêr û Sûk El Hal (sûka navendî) ya li bakurrojavayê bajêr hatin rizgarkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berê xwe dan taxa El Cûra. Şerê duh bi şev li vê derê destpê kir, heta danê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 7 çete hatin kuştin. Piraniya bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Piştî ku taxa Şêx Eqîlê hat rizgarkirin, li başûrrojavayê bajêr şer giran bû û li vir jî herî kêm 8 çete hatin kuştin.

Li rojava, bakurrojhilat û başûrê bajêr, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Minbicî de şer diqewime.

Li Xaçerêya Ewlekariyê, Sûka El Nexta, Xaçerêya El Kura El Erdiye û li taxên Minbica berê yên li ser rêya Cerablûsê, şer giran e. Ji bo sivîlên li taxa El Sirb El Şemalî bên rizgarkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di nava hewldanan de ne.