Şerê li Hesekê giran dibe
Li Hesekê, êrîşên provokatîf ên hêzên çekdar ên ser bi rejîma Sûriyeyê, careke din destpê kirin. Hêzên Asayîşê bi tundî bersivê didin êrîşan. Şerê li vir dewam dike
Li Hesekê, êrîşên provokatîf ên hêzên çekdar ên ser bi rejîma Sûriyeyê, careke din destpê kirin. Hêzên Asayîşê bi tundî bersivê didin êrîşan. Şerê li vir dewam dike
Hêzên paramîlîter ên rejîmê (Dîfa El Wetanî) duh bi şev saet di 23:00 de êrîşî navenda sotemeniyê ya Merşo, bendên kontrolê yên Asayîşê yên li ser rêya Qamişlo û li nêzî dêra Aşûriyan a li taxa El Mesekê kirin. Hêzên Asayîşê di cih de bersiveke tund dan êrîşan û şer derket.
Şer li navenda sotemeniyê ya Merşo, taxa El Mesekê, taxa Neşwa Şerqî, sûka bajêr û derdora avahiya Postaxaneyê berlav bû. Şerê li vir bi giranî dewam dike.
Li aliyê din, di êrîşên hêzên rejîmê yên li dora dêra Aşûrî ya li taxa Mesekê de jeneratorek şewitî.
Hêzên ser bi rejîma Baasê pêr saet di 12:50 de êrîşî navenda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya li sûrka Hesekê kiribûn û şerê ji ber vê êrîşê destpê kir, bi navbeynkariya rûspiyên bajêr saet di 21:00 de qediya bû.
Di vî şerî de 14 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin, 8 leşker jî birîndar bûbûn ku yek jê payebilind e. 2 endamên Asayîşê yên bi ewlekariya jiyana sivîlan radibûn, jiyana xwe ji dest dabûn.