Şer li Şemzînanê giran e: Gelek leşker mirin

Şerê li herêma Serero ya Şemzînanê danê sibehê di navbera leşkerên Tirk û gerîla de derket, giran bû. Navçe li hatin û çûna mirovan hat qedexekirin. Di vî şerî de gelek leşker mirin e.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di navbera leşkerên Tirk ên li derdora gundikê Serero yê gundê Şapatanê derketin operasyonê û gerîlayan de şer derket. Şer hê jî li hin cihan dewam dike. Ji qereqolên li vê herêmê, obus û hawan li qada şer hat barandin. Ji ber vê bomberdûmanê şewat derket. Li ser vî şerî agahiyên berfireh bi dest neketin.

Navçeya Şemzînanê jî li çûn û hatina mirovan hat qedexekirin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku artêşa Tirk gelek maşînên zirxî sewqî herêma şer kiriye. Li gorî agahiyan, gelek kuştî û birîndarên leşkeran hene.