Şer li Başîka giran bû, DAIŞ'ê nehiyeyek dagir kir

Çeteyên DAIŞ'ê yên danê sibehê êrîşî nehiya Telskof a Başîka kirin, gund dagir kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yê danê sibehê saet di 04:00 de li Başîka dest bi êrîşê kirin, hat hînbûn ku nehiya Telskof a Xiristiyanan dagir kirine.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê saet di 04:00 de êrîşî wargeha Xiristiyanan nehiya Telskof a nêzî Başîka ya di bin kontrola pêşmergeyan de ye, kirine û di encamê de nehiye dagir kirine.

Van çavkaniyan dan zanîn, çeteyên DAIŞ'ê gunekî nêzî Zedik ê Mûsilê, ku navê xwe nehat zanîn, dagir kirine.

Pêşmergeyekî ji tabûra yekemîn a ser bi yekîneya 7. ku nexwest navê xwe bêje got, "Çeteyên DAIŞ'ê niha bi çekên giran êrîşî herêma Başîka dikin."

Vî kesî diyar kir, şer di mesafeyeke nêz de diqewime û balafirên şer ên koalîsyonê jî herêmên çete lê ne bombe dikin.