Şêniyên Xelfetiyê li qadan e: Bi serhildanê ber bi serketinê!

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, şêniyên Xelfetiyê daketin qadan.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserok û parlamenterên HDP'ê, bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermerzarkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Xelfetiyê Aydin Çoban metna daxuyaniyê xwend û anî ziman, rejîma AKP/Qesrê her roj polîtîkayeke nû ya şerê qirêj li polîtîkayên xwe zêde dike. Çoban da xuyakirin, ku rejîma AKP/Qesrê ya darbekar, ji bo destketiyên gelê Kurd tine bike, darbeya sivîl bi dijwarî didomîne û polîtîkayên qirkirinê dimeşîne.

Çoban bal kişand ser êrîşên li dijî Kurdan û mûxalîfan û got, "Li dijî van polîtîkayên tepisandin û girtinê, weke partî û gel em ê berxwedana xwe geş bikin. Li dijî vê rejîma faşîst û dîktator, em ê bi serhildanê, têkoşîna xwe bi ser bixînin."