Sembola Kobanê Naîm gihişt dayika xwe
Malbata Naîm ‘ew dînekî Kobanê ye’ ê ku di destpêka berxwedanê de got ‘Naîm wê bimre, lê xaka xwe bernade’ û Kobanê terk nekir, vegeriya Kobanê.
Malbata Naîm ‘ew dînekî Kobanê ye’ ê ku di destpêka berxwedanê de got ‘Naîm wê bimre, lê xaka xwe bernade’ û Kobanê terk nekir, vegeriya Kobanê.
Malbata Naîm ê ‘ew dînekî Kobanê ye’ ji destpêka berxwedanê got ‘Naîm wê bimire lê xaka xwe bernade’ û Kobanê terk nekir, vegeriya Kobanê. Dayika Naîm, Sara Teybo ku ji bo ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibe amadekariyan dike got: “Bila Xweda ji YPG’ê ya ku îro me dide jiyîn û me digihîne kurê min razî be.”
Berxwedana Kobanê ya di roja 134’an de gihişt azadiya xwe bê navber didome. Vegerên ji bo Kobanê destpêkirin û di nava 20 rojan de piranî ciwan nêzî 10 hezar kes derbasî Kobanê bûn. Her roj nêzî 400-500 Kobaniyî vedigerin Kobanê û gundan.
MALBATA ‘DÎNÊ KOBANÊ’ VEGERIYA
Di nava Kobaniyên ku bi kelecanek mezin vedigirin Kobanê de, malbata Naîm ê wek ‘Dînê Kobanê’ tê nasîn jî heye. Malbat ji 7 kesan pêk tê. Dema ku hemû malbatê koçî Pirsûsê kir, ew ji Kobanê veneqetiya û li eniya berxwedanê xwe gihand gelek karî. Birayê Naîm, Silêman Besro da zanîn ku îro hesreta wan diqede û got: “Em 5 mehan zêde li Pirsûsê man. Kurd xwedî li me derketin. Em ti car tenê neman. Em ji gelê xwe yê Bakur û şehîd û şervanên xwe re deyndar in. Piştî azadkirina Kobanê û gundan em vedigerin gundên xwe. Em li vir çiqas baş bin jî ne wek xaka me ye.”
NAÎM DIGIHÊJE DAYIKA XWE
Besro da zanîn ku birayê wî Naîm ku bûye sembola Kobanê, di her cara ku telefon kiriye de hesret û bêrîkirina dayika xwe aniye ziman û daxwaz kiriye vegerin. Besro got: “Em vedigerin. Em digihijên Kobaniya xwe û birayê min Naîm jî digihêje dayika xwe.”
EZ DIÇIM CEM KURÊ XWE Û KOBANÊ
Dayika Naîm Sara Teybo jî di kamyoneta ku rûniştibû de got: “Ev bi extiyariya xwe bi tirsa canê xwe vedigerim Kobanê, Naîm li wir ma. Min gelek bêriya kurê xwe kiriye. Em diçin cem wî û Kobanê. Gelê me eleqeyek mezin nîşanê me da. Hewcedariyên me dan. Niha em bi saya YPG’ê vedigerin welatê xwe. Bila Xwedê ji hemû kesên ku ev roj nîşanê me da razî be.”