'Sema ji 8'ê Adarê heta Newrozê bû pirek ji agir'

Endama Konseya Leşkerî ya YJA'yê Çîçek Botan, di salvegera şehadeta Sema Yuce de axivî û got, "Sema Yuce ji 8'e Adarê heta 21'ê Adarê bû pira azadiyê ya ji agir."

Endama Konseya Leşkerî ya YJA'yê Çîçek Botan, di salvegera 18. a çalakiya Sema Yuce ya li zîndana Çanakkaleyê, ku di 19'ê Adara 1998'an de pêk anî axivî û got, "Sema Yuce ji 8'e Adarê heta 21'ê Adarê bû pira azadiyê ya ji agir."

Botan konjentura siyasî ya dema pêkhatina çalakiya Sema Yuce nirxand û got, "Di salên 90'î de tevgera PKK'ê rê li ber guhertineke gelekî mezin vekiribû. Hem li çiyê hem jî li nava gel gelekî belav bûbû. Ji ber vê yekê di sala 1996'an de hewldana sûîqestê li dijî Rêberê me hat kirin. Hevala Zîlan jî bi çalakiya xwe, ev hewldan pûç kir. Tevî hemû êrîşên li hemberî gel û tevgera me, PKK her mezin bû. Lewma di salên 1997-1998'an de komploya li dijî tevgera me û Rêberê me destpê kir. Li ser bingeha komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê me, artêşa TC gef li hikûmeta Sûriyeyê dixwar û zext dikir ku Sûriye Rêberê me derxîne û radestî wan bike."

Botan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser aliyê komploya navneteweyî ya êrîşên li dijî gel û gerîla û got, "Hikûmeta TC bi xeta PDK a hevkar re bû yek û bi polîtîkayên qirkirina Kurdan bi destê Kurdan, li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonên berfireh kir. Li Bakur jî bi armanca tinekirina gerîla operasyon dimeşand. Wekî din li dijî gel û gerîla, her wiha li zîndanan di çarçoveya polîtîkayên marjînalkirin û xelaskirinê de êrîşên giran dihatin kirin."

Botan işaret bi polîtîkayên TC ên li zîndanan kir û got, "Li zîndanan, bi destê şexsên mîna Can Yuc re hewl dida pîvanên partiyê marjînal bike û ji aliyê bîrdoziyê ve tevgerê têk bibe. Bi destê kesên xayîn û noker hewl dida tevgerê biqedîne."

SEMA ŞERVANA RASTIYÊ YA KÊLIYÊ YE

Botan li ser şert û mercên zîndanê, ku Sema Yuce di nav de çalakiya xwe pêk anî, ev nirxandin kir: "Hevala Sema, hevaleke ku pêvajo di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir û êşa vê dikişand. Xwedî kûrbûneke ewçend mezin bû; eger li şûna zîndanê li çiyê yan jî bajêr bûya, wê mora xwe bavêta binê çalakiyeke cudatir û mezintir. Lê belê mercên zîndanê sînor datanîn pêşiya wê. Ji bo pêkanîna çalakiyê, ji bilî bedena wê amûrek pê re nebû. Ruhê wê ku zîndan jê re gelekî biçûk bû, bi çalakiya xwe re bêhtir watedar bû." Di dewama axaftina xwe de Botan got, "Hevala Sema kêlî xwend, hîs kir û bi çalakiya xwe ve di nava kêliyê de hebûna xwe afirand. Ji ber vê yekê Sema şervana rastiyê ya kêliyê ye."

Botan li ser dema çalakiya Sema Yuce jî ev axaftin kir: "Sema Yuce, pira azadiyê ya ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bi agirê di bedena xwe de pê xist, ava kir. Ruhê berxwedanê yê jinan gihand agirê Newrozê û bû bangek ji vejînê re."

Botan destnîşan kir, Sema Yuce bi şewitandina xwe, bandor û taybetmendiyên sîstemê di nava jinê de afirandiye şewitandiye û got, "Wê di şexsê xwe de qelsiyên sîstemê şewitandiye û xwestiye di xweliyên xwe de jina azad bafirîne. Dilê xwe bi agir şuşt, ruhê xwe bi avê paqij kir."

Çîçek Botan bal kişand ser tespîta "li navendekê du roj nabe" ya Sema Yuce û wiha dewam kir: "Hevala Sema bi çalakiya xwe, pîvanên têkoşînê û jina azad danî holê. Kûrbûna milîtanekê/î ya li dora Rêbertî çiqasî xurt be, dikare ewçend çalakiyên mezin lidar bixe. Hevala Sema dema digot 'li navendekê du roj nabe' ji me re vedigot ku divê em ji nêzîkatî û rêbazên teredût rizgar bibin. Xwest pîvanan zelaltir bike. Hevala Sema bû navê jiyana bi rojê re, yanî bi Rêbertî re."

EM ŞOPDARÊN SEMAYAN, ŞOPDARÊN FÎKRIYAN E

Botan li ser encamên çalakiya Sema Yuce jî ev nirxandin kir: "Hevala Sema bi çalakiya xwe ve ne tenê xwe ji xweliyên xwe afirand, yan jî bersiv da dijmin. Bi çalakiya xwe ve zelaliya bîrdoziyê afirand, bû bersiv ji pirsa 'jin a azad kî ye?'. Bi taybetî di nava tevgera jinê de rê li ber zelaliyekê vekir. Rastiyeke xetê afirand."

Botan diyar kir, Sema Yuce ne tenê bandor li têkoşîna rizgariya jinê kir, di heman dem ê de bandoreke xurt li têkoşîna giştî jî kir û got, "Hevala Sema ne tenê jin zelal kir, di heman demê de mêr jî ber bi têkoşîn û guherînê ve kişand. Hevalê Fîkrî xwe weke şagirtê Ş. Sema pênase dike û dibêje hevala Sema ji bo wî fermandarek e. Hevalê Fîkrî nîşanî me hemûyan da ku mêrek jî dikare bibe hevrêyê jinekê, dikare di têkoşîna azadiyê de pê re bibe yek. û qalibên hevneşop hilweşand. Ya ku ev afirand hevala Sema bû. Em jî şopdarên Semayan, Fîkriyan e."