Sekvanan li Silopiya zarokek kirin hedef

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, sekvanan zarokek kirin hedef.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, sekvanan zarokek kirin hedef.

Îro saetên sibê, li 710’emîn Kolana Taxa Karşiyaka, zarokê 16 salî yê bi navê M.D. di encama gulebarana dijwar de bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên şêniyan, leşkerên ku li ser lojmanên leşkerî yên li 172’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî xwe bi cih kiribûn, M.D. bi giranî birîndar kirin.

Gel destnîşan kir ku ambûlansa ku wê bihata jî hat astengkirin. Şêniyên derdorê ji bo alîkariya M.D. yê bi birîndariyek giran xwe li erdê dirêj kiribû, ketin nav tevgerê diyar kirin ku ji wesayîtên zirxî gule barandin.

Gelê hat astengkirin, dîwarê malek nêzî M.D. xera kirin û ew girtin nav baxçe. Piştre ji wir bi awayekî ewle rakirin nexweşxaneyê.

M.D. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, piştî mudaxeleya yekemîn ji wir sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Amedê kirin.