Şehîdê YPG'ê Serbest Zagros li Kerkûkê hat veşartin
Cenazeyê Serbest Zagros (Aşna Xalid) ê li nava refên YPG'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Minbicê şehîd ket, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Serbest Zagros (Aşna Xalid) ê li nava refên YPG'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Minbicê şehîd ket, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo Serbest Zagros ê di sala 2013'an de tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û hefteya derbasbûyî di Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de şehîd ket, li wî Kerkûkê merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Di merasîma cenaze de nûnerên Tevgera Azadî, RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz, Yekîtiya Rewşenbîran a Kerkûkê, partiyên siyasî, gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê cih digirin û bi sedan Kerkûkî amade bûn.
Cenaze danê sibehê ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin û bi konvoyeke ji sedan wesayîtî li pêşiya Kerkûkê hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Ş. Serbest ewilî birin mala diya wî ya li taxa Reşîtawa. Piştre li mizgefta Îmam Huseyîn nimêj hat kirin û cenaze ji bo veşartinê birin goristana Asîr ya li taxa Îskan. Li goristanê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
'ŞEHÎDÊN ME RÊBER Û PÊŞENGÊ ME NE'
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûre Kurdistanê Beyan Kerîm di destpêkê de li vir axivî û diyar kir, gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li ewladên xwe yên di rêya azadiyê de şehîd ketine. Kerîm got, "Weke gelekî bi sedan salan e em ji bo azadiya xwe berdêlan didin. Eger gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derneketibûya, ev têkoşîn nedihat van rojan. Van lehengan ji bo azadiya me, canê xwe feda nedikirin. Weke gel em ê bi ya kesî nekin. Em ê rêya şehîdan ji xwe re weke fermanê bibînin û bi ya wan bikin."
'EM DI PÊVAJOYA SERKETINÊ DE NE'
Li ser navê gerîlayên HPG û YJA Starê ji fermandarên HPG'ê Herdem Botan peyivî û pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd weke serdema serketina dawî binav kir. Botan got, "Weke gelê Kurd em li çar parçeyên Kurdistanê di nava têkoşîneke mezin de ne. Têkoşîna azadiyê ya berî bi sedan salan ji aliyê bav û kalên me ve hatiye destpêkirin, bi saya fedekarî û lehengiya şehîdên me êdî ketiye serdemeke serketinê. Li ser vê bingehê, li hizûra Şehîd Serbest em soz didin hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê, ku ev têkoşîn wê ti carî nehilkum e û di dawiya vê pêvajoyê de em ê azadiya xwe bi dest bixin."
'EM BI ŞEHÎDÊN XWE SERBILIND IN'
Piştî fermandarê HPG'ê li ser navê malbata şehîd Kardo Şiwanî mafê axaftinê wergirt û da zanîn, bi şoreşa Rojava re sînorên Kurdistanê dikin çar parçe êdî bi temamî bêwate bûne. Şiwanî got, "Weke gelê Kurdistanê em di rojên tarî re derbas bûn û bi saya şehîdên xwe em gihaştin van rojên ronî. Sînorên dewletên mêtînger di nava me de xêz kirine, îro bêwate bûne. Em vê yekê di şexsê şehîd Serbest de dibînin. Bi taybetî, Rojava gelê me nêzî hev kir û ji bo yekîtiya neteweyî bû zemînek. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Em hêvîdar in, ev yekîtiya siyasî ya ku şehîdên me bi xwîna xwe derxistine holê, wê siyasiyên me jî nakokiyên xwe deynin aliyekî tevlî bibin. Ji ber, weke gel rizgariya me bi yekîtiya leşkerî, siyasî û civakî dibe. Li ser vê bingehê em banga bicihanîna bîranînên şehîdan dikin."
'JI NAN Û AVÊ BÊHTIR PÊWÎSTIYA ME BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEYE'
Di dawiya merasîmê de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir peyivî û destnîşan kir, êdî gelê Kurd nikare xwe li siyaseta ji hev parçebûyî rabigire. Şakir got, "Ez di serî de sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahiya gelê Kurd re dixwazim. Weke ku tê zanîn, weke gel em di pêvajoyeke gelekî girîng û krîtîk re derbas dibin. Tehemûla gelê me ji siyaseteke ji hev parçebûyî ya ji ber helwesta hin partiyan, êdî nema ye. Di rewşeke ku li hemû parçeyên Kurdistanê berxwedan heye û em gihaştine asta bidestxistina azadiya xwe de, pêknanîna kongreyê ji bo me cihê xemgîniyê ye. Divê em vê yekîtiya neteweyî ya di fîliyatê de hatiye kirin, fermî bikin. Daxwaz û fermana şehîdên me ev e. Weke Tevgera Azadî em soza xwe ya ji bo şehîdên azadiyê dubare dikin û dibêjin; ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji nan û avê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye."
Piştî axaftinan, cenazeyê Serbest Zagros li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", Bijî yekîtiya gelê Kurd" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hat veşartin.