Saziyên Sivîl û Karmendan serdana BDP’ê kir

Saziyên Sivîl û Karmendan serdana BDP’ê kir

Nûnerên saziyên sivîl yên civakî yên Amedê bi boneya êrîşa di 14'ê Tîrmehê de li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê pêk hat şermezar bikin û piştgiriyê bidin BDP'ê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Serokêk GUNSÎAD'ê Şah Îsmail Bedîrhanoglu anî ziman ku, qedexekirin û mudaxeleya polîsan li ser gel şikandinek mezin çêkir û wiha got: "Bi qedexeyan dixwazin BDP'ê bidin girtin.

Saziyên sivîl yên civakî û karsazan yên wekî DTSO, GUNSÎAD, Odeya Mermervanan ya Amedê, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Komeleya Jinanên Karmend a Pîşesaziya Organizeyê û Lijneya Hewldana ciwan ya TOBB'ê bi boneya mudaxaleya polîsan a di 14'ê Tîrmehê de li dijî gel pêk anî şermezar bikin, Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kirin.

Di ziyaretê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û Wekîlê Cîgirê Serokê BDP'a Amedê Ahmet Gezer mêvan pêşwazî kirin. Di ziyaretê de Serokê DTSO'ê Remzi Can anî ziman ku, di 14'ê tîrmehê de parlementerên BDP'ê û rêveberên BDP û KCD'ê ji aliyê polîsan ve rastî tundiyek dijwar hatine û ev yek nayê qebûlkirin.

'Qedexekirinê di gel de kişandinek çêkir'

Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu jî anî ziman ku mafê BDP'ê jî wekî partiyên din ên siyasî heye ku xwe bi rêxistin bikin û li kolanan çalakiyan pêk bînin. Bedîrhanoglu, anî ziman ku mîtînga hatie qedexekirin li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.

Bedîrhanoglu, da zanîn ku bi hemû pêkanîn û qedexeyan dixwazin BDP'ê bidin girtin û rê li pêşiya siyaseta demokratîk bigirin.

'Bi qedexeyan nagêjin tu deran'

Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku ji ziyareta saziyan hêz girtine û kêfxweş bûne û wiha got: "Balkêş e hemû mîtîng û çalakiyên BDP'ê tên astengkirin. Tundiya li ser BDP'ê her ku diçe zêde dibe. Di 3 salên dawî de di bin navê KCK'ê de piraniya rêveberên BDP'ê girtin û dixwazin BDP'e bê hêz bihêlin. Lê bi qedexe û zextan nagêjin armanca xwe.