Sariyildiz: Tecrîd sûîqesta siyasî ye

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan û azadiya wî bi çalakiyên civakî dibe.

Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û zêdeyî saleke bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û redkirina serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û parêzeran, fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan roj bi roj zêde dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz tecrîd ji ajansa me re nirxand.

'AKP JI AŞTIYÊ DITIRSE'

Sariyildiz da xuyakirin, ku Girtîgeha Îmraliyê ji bo şexsekî hatiye dîzaynkirin û da zanîn, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê heta niha li cîhanê û Tirkiyeyê nehatiye dîtin. Sariyildiz diyar kir, pîvanên sîstema Îmraliyê li gorî rewşa konjonturî tên guhertin û got, "Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan tê wateya tinehesibandina hebûn û daxwazên neteweya demokratîk ên gelê Kurd."

Parlamenter Sariyildiz destnîşan kir, ku mercên fîzîkî yên Girtîgeha îmraliyê û polîtîkayên tecrîdê yên Hikûmeta AKP'ê, sûîqesteke siyasî ye ku gav bi gav bi cih tê anîn.

Sariyidiz ragihand, AKP û Erdogan bi vê sûîqesta siyasî re Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibin û got Lewma divê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ji holê were rakirin. Heta ku li Îmraliyê sîstema tecrîdê hebe, wê Tirkiye bi ti awayî ji darbeyan rizgar nebe. Ji ber ku tecrîda li ser Birêz Ocalan, neçareseriya pirsgirêka Kurd dafirîne. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî wê li Tirkiyeyê timî bingehê ji darbe û kaosên nû re pêşkêş bike. Eger tê xwestin Tirkiye demokratîk bibe û ji gefa darbeyê rizgar bibe, pêwîste ewilî şert û mercên fîzîkî bên afirandin ku Birêz Ocalan karibe tevlî siyasetê û çareseriyê bibe û piştre azad bibe. Dewleta Tirk ti carî daxwazên demokratîk ên gelê Kurd xweber bi cih naniye. Di mijara sererastkirina mercên ragirtina Birêz Ocalan û azadiya wî de, bêyî zexta civakî wê gavê navêj. Lewma, li şûna bendemayîna ji dewletê, divê em bi lezgînî planeke çalakiya civakî ya ji bo azadiya Ocalan bixin meriyetê."

Faysal Saryildiz bibîr xist, ku ji sala 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fermana aştiyê daye û got, "Lê belê hikûmeta AKP'ê derb li aştiyê xistiye û şer li ser gelê Kurd ferz kiriye. Ji ber ku AKP ji aştiyê ditirse."

'DEWLET BI SEBRA GELÊ KURD DILÎZE'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku Ocalan yek ji mezintirîn hesasiyetên gelê Kurd e û diyar kir, dewleta ku haya xwe ji vê hesasiyetê heye, bi sebra gelê Kurd dilîze.

Sariyildiz anî ziman, azadiya gelê Kurd û azadiya Ocalan bi hev ve girêdayî ne û ev nirxandin kir: "Birêz Ocalan ê ji bo şikandina zincîra esaeretê ya gelê Kurd jiyana xwe feda kiriye, di dilê gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Binêrin, piştî komploya 9'ê Cotmeha 1998'an, tevî ku Birêz Ocalan qebûl nedikir jî zêdeyî 60 kesî bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bkin' nîşaneya herî zelal a dilsoziya gelê Kurd bi Birêz Ocalan re ye. Mirovan bedena xwe û nirxê xwe yê herî hêja ye, feda kirin û bi vî rengî li dora Birêz Ocalan dîwarekî ji agir lê kirin. Gelê Kurd hebûn û vîna xwe di şexsê Ocalan de kir yek."

Sariyildiz da xuyakirin, ku yên Seyîd Riza, Şêx Seîd, Qazî Mûhamed, Abdûrrahman Qasimlo ji wan qut kirin, divê baş zanibin ku wê ti carî nikaribe heman tiştî bi Ocalan bikin û got, "Ji ber ku gelê Kurd êdî gelekî rêxistinbûyî ye û ji dîroka xwe ders derxistiye."

'PÊWÎSTE EM KOLANAN BI ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK BIHEJÎNIN'

Parlamenter Sariyildiz anî ziman, ku gelê Kurd ev saleke berdêleke gelekî giran daye û got, "Hêzên dewletê bajarên Kurdan xera kirin. Ji me yên herî hêja di jêrzemînan de şewitandin û li qadên berxwedanê qetil kirin. Em di pêvajoyeke bi êş û giran de ne. Lê belê gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Li Rojhilata Navîn, gelê Kurd êdî veguheriye hêza herî girîng a siyasî û civakî. Birêz Ocalan di vî warî de pêşengî ji gelê Kurd re kiriye. Lewma divê em serketin û aştiyê bi azadiya Birêz Ocalan tacîdar bikin. Şikandina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan û azadiya wî, bi çalakiyên civakî sibe. Pêwîste em kolanna bi çalakiyên demokratîk bihejînin."