Şaredariya Erdîşê piştî ku deynê xwe qedand hat desteserkirin

Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî, ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bi deynê ji 232 mîlyon TL'yî ji AKP'ê dewr hat girtin, piştî ku hemû deynên xwe qedand, bi rêya qeyûm hat desteserkirin.

Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî, ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bi deynê ji 232 mîlyon TL'yî ji AKP'ê dewr hat girtin, piştî ku hemû deynên xwe qedand, bi rêya qeyûm hat desteserkirin.

Beriya bikeve destê DBP'ê, Şaredariya Erdîşê ya Wanê bi karên nelirê dihat bîranîn. Alîkarê Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Fatîh Çîftçî, ku di navbera salên 2004-2011'an de Serokatiya Şaredariya Erdîşê dikir, dema dest bi vê wezîfeyê kir, bi kiryarên xwe raporên wezareta karên hundir ên li ser karên ne li rê piştrast dikir. Piştî ku xwediyên şîrketên înşaetê yên taybet ên li navçeyê serlêdana lêkolînê kirin, di sala 2011'an de Wezareta Karên Hundir mufetîş wezîfedar kir. Di rapora van mufetîşan de xal bi xal karên ne li rê yên plana îmarê û înşaetê ku navê Çîftçî lê derbas dibû, hatin destnîşankirin.

Lê belê tevî rapora mufetîşên wezareta karên derve, hat îdîakirin ku wezaretê û walîtiya Tirk a li Wanê destûr nedane lêpirsîn li ser mijarê bê meşandin. Di Nîsana 2016'an de piştî ku belgeyên li ser karên ne li rê yên Çîftçî derketin holê, Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya endamên meclîsê hat girtin. Li ser aqûbeta vê lêpirsînê hê ti agahî bi dest neketine.

Piştî vê hilbijartinê, bi belgeyan derket holê ku Çîftçî bi sedan donim erd, ku hin jê malên cemaweriyê bûn, tapûya wan li ser navê xwe û birayên xwe danîne.

Piştî erdheja 23'ê Cotmeha 2011'an, AKP'yiyan alîkariyên ji bo herêmê hatin şandin, li depoyên xwe veşartin û li şûna ji nû ve avakirina navçeyê, dan pey rantê.

DEYNÊ GIŞTÎ YÊ ŞAREDARIYÊ GIHÎŞT 232 MÎLYON TL

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de, DBP bi dirûşma "Xwerêveberiyê" dest bi xebatên hilbijartinê kir û bi rêjeya ji sedî 66.48 ê dengan şaredarî bi dest xist. DBP'ê Şaredariya Erdîşê  weke enqazekê ji AKP'ê dewr girt. Tevî şaredariyê 232 mîlyon TL deynê şaredariyê jî dewr girt. Di deman demê de 910 hezar 563 TL deynê Îş Kûrê li Şaredariya Erdîşê hebû û bi tenê 66 hezar 563 TL ê vî deynî hatibû dayîn. Ji bilî vî deynî 182 mîlyon 620 hezar TL deynê bê faîz ê Şaredariya Erdîşê hebû. Bi qasî 50 mîlyon TL jî deynekî din li Şaredariyê hebû. Rêveberiya DBP'ê ev deyn hemû bi belgeyan ji raya giştî re eşkere kiribû.

202 MÎLYON TL HAT DAYÎN Û TEVÎ VÊ YEKÊ JÎ XIZMET HAT KIRIN

Tevî van pirsgirêkên ji aliyê AKP'ê ve hatin derxistin, rêveberên DBP'yî yên Şaredariyê xebatên xwe yên ji bo navçeyê dewam kirin. Rêveberiya DBP'ê ji deynê dema AKP'ê mayî 202 mîlyon TL da û di heman demê de mora xwe danî binê projeyên mezin ên li navçeyê. Rezên navçeyê ku yek ji nirxên çandî yên navçeyê ye, ji nû ve hatin zindîkirin. Ji bo jin tevkariyê li aboriyê bikin, proje hatina firandin. Di heman demê de sera û projeyên mîna wê xist meriyetê.

Lê belê tevî van hemû xizmetan, AKP'ê bi rêya qeyûm dest danî ser Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî.