Şaredarê berê yê AKP'yî Ayhan: Kîjan Kurd dengê xwe bide AKP'ê ew ne Kurd e

Şaredarê berê yê AKP'yî û reîsê Eşîra Xelîlanê Bûrhan Ayhan got, "Kurdekî goristanên li Dêrsimê tên bombekirin dibîne, eger dengê xwe bide AKP'ê, divê ew kes ji xwe re nebêje 'Ez Kurd'im."

Şaredarê berê yê AKP'yî û reîsê Eşîra Xelîlanê Bûrhan Ayhan got, "Kurdekî goristanên li Dêrsimê tên bombekirin dibîne, eger dengê xwe bide AKP'ê, divê ew kes ji xwe re nebêje 'Ez Kurd'im."

Hikûmeta AKP'ê, ji ber rewşa awarte ya li Kurdistanê îlan kiriye û dimeşîne, rastî nerazîbûna gel tê. Hikûmeta AKP'ê herî dawî Şehîdgeha Baran Dêrsim a li Dêrsimê da bombekirin. Şaredarê berê yê Hezo'yê yê AKP'yî Bûrhan Ayhan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku kîjan Kurd dengê xwe bide AKP'ê, divê ji xwe re nebêje 'ez Kurd'im.

Ayhan bang li her kesên dixwazin Tirkiye demokratîk bibe kir, ku destekê bidin HDP'ê û got, "Min di televîzyonê de temaşe kir bê gorên zarokên Kurd li Dêrsimê çawa hatin bombekirin. Min dît ku Gor, Mizgeft û Mala Cem bombe kirin. Tevî vê yekê eger Kurdek hînê radibe dengê xwe dide AKP'ê, hingî divê ew kes ji xwe re nebêje 'ez Kurd'im. Mirovên ku e dîmen dîtiye, pêwîste ji bilî HDP'ê dengê xwe nedin kesî. Ne tenê Kurd, divê Tirk jî dengê xwe bidin HDP'ê. Eger Kurd bê bandor û li derve werin hiştin, wê Tirkiye jî ji dest biçe. Ya ku îro tê kirin, beriya 80 salan hat ceribandin, beriya sed salan hat ceribandin. Gotin, 'me ew qedand' lê belê hat dîtin ku bi vî rengî nikarin biqedînin. Pêwîste ji niha û pê ve mîrateyeke nebaş ji zarokên xwe re nehêlin. Li pêş çavan e ku Kurd bi vî rengî naqedin. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, jiyaneke aram ne pêkan e. Ji bo kesên dewletê bi rê ve dibin vê mînakê bidim; Eger di nava eşîrekê b xwe de jî dijminatiyek hebe, reîsê eşîrê dibêje 'divê ez vê pirsgirêkê tavilê çareser bikim, ku ev bela neyê serê zarokên min'. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP'ê zanibe ku ev pirsgirêk bi şîdetê çareser nabe û girîng e dest ji şîdetê berde. Kurd dixwazin li hemberî polîtîkaya înkarê têkoşîna demokratîk bimeşîne, divê hurmet ji vê re bê nîşandan."

Şaredarê berê yê AKP'yî Ayhan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer re nikare pirsgirêkên sed salan çareser bike û destnîşan kir ku divê Destûra Bingehîn tavilê were guhertin. Ayhan got, "Heta niha etîketa 'cihêxwaziyê' li Kurdan dixistin, lê niha Kurd naxwazin veqetin. Eger niha referandûm were kirin wê Kurd nîşan bide ku dixwaze bi gelên din re di nava wekhevî û azadiyê de bijîn. Divê êdî siyaset Destûra Bingehîn biguherîne û mafên bingehîn ên Kurdan, Elewiyan û gelên din li ber çavan bigire. Eger gel daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dike, wê demê tu çima vê red dike? Eger tu Kurdan li derve bihêle, divê bizanibe ku ev yek wê ji bo Tirkiyeyê nebaş be. HDP a ku îro hemû gelên Tirkiyeyê hembêz dike û berê xwe daye pêşeroja welêt, alternatîfa yekane ye. Em hemû dibînin ku hikûmeta AKP'ê ya êrîşî baweriyên bingehîn ên gelê herêmê dike, êdî mîada xwe qedandiye."