Şandeya HDP'ê bi Barzanî re rûnişt
Demîrtaş bi şandeya li gel xwe bi Barzanî re rûnişt.
Demîrtaş bi şandeya li gel xwe bi Barzanî re rûnişt.
Şandeya bi serokatiya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Pirmamê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re rûnişt.
Tê gotin di rûniştinê de wê li ser rewşa herêmê, geşedanên Bakur û Başûrê Kurdistanê were axaftin.
Piştî ku şande gihaşte Balafirgeha Hewlêrê ji çapemeniyê re daxuyaniyeke kurt hate dayîn. Demîrtaş got, "Hesreta mezin a Kurdan li çar parçeyan ew e ku Kurd bikaribin werin cem hev, lîder û partiyên Kurdan li hev rûnin."
Di nav şandeya HDP'ê de ev kes hene: Berdevkê Meclîsa Jinan û Wekîla Sêrtê Besîme Konca, Alîkarên Hevserokan Fatma Kûrtûlan, Nadîr Yildirim, Wekîlê Stenbolê Celal Dogan, Wekîlê Amedê Îmam Taşçier, wekîlê Mêrdînê Mîthat Sancar, Wekîlê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, wekîlê Rihayê Osman Baydemîr, endamê Meclîsa Partiyê Abdullah Alagoz