Salih Muslim: Rizgariya Minbicê ji bo Rojava gelekî girîng e

Hevserokê PYD'ê Muslim bal kişand ser girîngiya Minbicê û got, "Minbic wê bibe yek ji navendên girîng ên jiyana hevpar a li ser bingeha netweya demokratîk." Muslim destnîşan kir, rizgariya Minbicê ji bo Rojava gelekî girîng e.

Hevserokê PYD'ê Muslim bal kişand ser girîngiya Minbicê û got, "Minbic wê bibe yek ji navendên girîng ên jiyana hevpar a li ser bingeha netweya demokratîk." Muslim destnîşan kir, rizgariya Minbicê ji bo Rojava gelekî girîng e.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, li ser girîngiya rizgariya Minbicê ji ANHA'yê re axivî.

Salih Muslim destnîşan kir ku tevlîhevbûna xwîna şehîdan li Minbicê di avakirina neteweya demokratîk li Sûriye de girîng e û got:  "Tevlîhevbûna xwîna pêkhateyên Sûriye li Minbicê gelekî girîng e. Bi taybetî ev yek ji aliyê nêrîna me ya stratejîk, neteweya edmokratîk ve gelekî girîng e. Neteweya demokratîk  bi pêkhateyan ava dibe. Weke gelê Kurd em li ser şopa şehîdan e. Xwîna şehîdên me jî tevlî hev bûye. Kesê vê xwînê ji hev veqetîne, tine ye. Xwediyên şehîdan çi Kurd, Ereb û Tirkmen dibin, neçarin vê dozê bi hev re bidomînin. Ev yek  di  avakirina neteweya demokratîk li tevahî Sûriye de girîng e. Têkoşîna ku li Minbicê tê nîşandan, ji bo me dibe mînaka avakirina pêşerojê."

MINBIC CIHEKÎ STRATEJÎK E

Muslim bal kişand ser girîngiya stratejîk a Minbicê û wiha pê de çû: "Minbic paytexta veşartî bû. Her tiştê DAIŞ'ê li wê derê bû û ji bo wan navendeke gelekî girîng bû. Sîstema ku DAIŞ’ê li Minbicê avakiribû, ji ya Reqqayê jî xurtir bû. Minbic navenda perwerdekirina DAIŞ'ê bû. Biyaniyên ku diçûn û dihatin Ewropa li Minbicê perwerde dibûn. Di şerê ku di Minbicê de hat meşandin, tiştê veşartî derket û bi deh tonan teqemenî û çek hat dîtin. Nuqteya yekemîn pişta DAIŞ'ê tê şikandin. Rizgarkirina Minbicê ji bo Rojava girîng e."

Muslim ji bo Minbicê got, "Li ser bingeha neteweya demokratîk û civaka demokratîk wê bibe yek ji navendên girîng ên jiyana hevpar" û nêzîkatiya AKP'ê û hêzên mîna wê ya li operasyonê, bi vî rengî nirxand:

"Helwestên van hêzan di destpêkê de gelekî dijwar bûn. Dema ku rojhilatê Firatê hat rizgarkirin, wan gelek xetên xwe danîn. Li ew xetê wan binpê bûn. Acizbûna wan a zêde li ser hêviyên ku wan li ser Minbicê girêda bûn. Ji ber vê yekê ew dibînin ku hêviyên wan li vir dişikên, nerazîbûnên wan ên ku li hember rizgarkirina Minbicê  bi qasî hêviyên ku ew pê ve girêdayîne derdikevin. Lê helwestên wan bi ser neketin. Di dawiyê de tiştê rast wê were meşandin. Ji bo Minbic û Cereblûsê helwestên wan ti dibêjî belkî ew xwediyên malê ne û biryarê didin. Gel li vir heye, bi hev re biyar daye û dixwaze bi hev re tiştekî bike. Ti mafê kesî nîne ku destdirêjiyê bike. Tevî ku helwestên van hêzên gelekî dijwar bûn. Lê bêguman me guh neda helwestên wan. Ya me projeyeke me heye. Ew jî projeyeke mirovahî ye. Ji ber ku pişta me gel û pêkhate ne. Em ji projeya xwe ne bi tirs in. Dibe ku ev hêz demekê reşkirinê dikin û nahêlin ku rastî bê naskirin. Lê dema ku fedekariya li ser erdê tê kirin, dibînin û pêşnegiya pêkhateya ereb dibînin. Rastî derdikeve."

'BILA GELÊ ME JI ME BAWER BE, EM Ê BI SER BIKEVIN'

Muslim di dawiya axaftina xwe de got, heta hişmendî neyê guhertin, jiyaneke xweş jî ava nabe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pirsgirêka Minbicê nêzik bi dawî dibe. Ez hêvî dikim her kesî ku îro xebata siyasî û civakî dike, li gorî fedekariya ku tê kirin, tevbigerin. Bila gelê me ji me bawer be, em ê bi ser bikevin."