Şahidê Qirkirina Şengalê Salih: Em PDK'ê efû nakin
Şahidê Qirkirina Şengalê Faris Salih çavdêriyên xwe yên li ser Fermana 73'an ji ANF'ê re vegot û destnîşan kir, ku weke civaka Êzidî ew ê ti carî PDK'ê efû nekin.
Şahidê Qirkirina Şengalê Faris Salih çavdêriyên xwe yên li ser Fermana 73'an ji ANF'ê re vegot û destnîşan kir, ku weke civaka Êzidî ew ê ti carî PDK'ê efû nekin.
Şahidê Qirkirina Şengalê Faris Salih çavdêriyên xwe yên li ser Fermana 73'an ji ANF'ê re vegot û destnîşan kir, ku weke civaka Êzidî ew ê ti carî PDK'ê efû nekin.
Faris Salih dema ku çavdêriyên xwe dibêje, diyar dike, dema ku PDK’ê pêşmergeyên xwe şandine Şengalê milet xwestiye ku wan ji nav Şengalê derxînin lê ji ber ku nehatiye xwestin di navbera Kurdan de şerekî navxweyî derbikeve ev nekirine.
Faris Salih ê Êzdî di axaftina xwe de diyar dike ku li Amûdê PDK hatiye bi cih kirin, kesên ku girêdayî wan bûn li xwe kom kirine, ji wan re gotine em ê çek bidine wan. Çekên ku dabûne wan jî çekên kevn bûne û her wiha diyar dike, Iraqê du balafire alîkarî ji wan re şandine lê PDK’ê ev jî nedane wan û dane hevkarên xwe.
Di berdewamiya axaftina xwe de Faris Salih wiha pê de diçe:
"Berî ku pêşmerge bikevin Şengalê wan bihîst ku Şengal ji dest wan derket, firavîna xwe nexwarin û hatin li pişt milet û hevalan sekinîn û gotin,’ bisekinin niha teyere wê werin milet bibin.’’ PKK wê demê li hev civiya û gotin çawa ku xiyenet berê kirine em dizanîn wê dîsa bikin. Vegeriyan Şengala kevin, cihê xwe girtin û pêşmerge li taxa Qendîla Şengalê man û tiştên milet ê ku DAIŞ nebirine û xera ne kirin, wê demî pêşmergeyan tiştên gel jê standin û niha rehet li Kurdistanê dijîn. Lê cihê ku YBŞ û PKK li çeperên pêş man û şerê herî dijwar rû da, lê balkêş bû, pêşmergeyên ku li Qendîlê bûn jî ti êrîş li ser wan çênebû û dema li wir dijîn hinek ji wan DAIŞ’ê re bûn, îstixbarat û agahî didan çeteyan.’’
‘BI DAIŞ’Ê RE XWARIN XWARIN’
Faris dibêje, dema rizgariya Şengalê pêşmerge çûne gundên di jêr kontrola DAÎŞ’ê de û nehiştin ku yek pêşmergeyên Êzîdî jî bi wan re biçin û li wir bi DAÎŞ’ê re xwarin xwarine û gund ji DAÎŞ’ê re hiştine: ‘’Dema rizgarkirina Şengalê pêşmerge çûn gundên ku li bin kontrola DAIŞ’ê. Nehiştin ku yek pêşmergeyê Êzidî bi wan re biçe. Li wir bi DAIŞ û miletê xwe re yê Qapûsîre re firavîn xwarin gotin em ê gelê xwe bibin û bila gund ji we re be. Wan nehiştin yek Êzidî ji van gundên ku li nêzi bajarê Şengalê derbas bibe. Lê pêşmerge gelê Qapûsî bi tirimpêlên xwe li Şengalê re derbas kir. Xelkê Qapûsî 4 keçê êzidî jî bi xwe re biribûn û dû keçên me li gel yekî ereb bûn. Xelkê Qepûsî dema xwestin derkevin her 6 şeş keç kuştin û avêtin dolekê. ‘’
‘PDK’Ê SÎNORÊN XWE Û DAÎŞÊ DANÎN’
Faris Salih amaje pê dike beriya Qirkirinê haye PDK’ê ji Qirkirinê hebûye û ev bi hemû bi plan û projeyekê pêk hatine. Meseleya kolana xendekan jî wiha dibêje: ‘’Ev kar hemû bi plan û peywendî hate kirin. Di heftiyekê de sinorê xwe û DAIŞ’ê danîn û xendeq kolan, lê berî fermanê bi mehan Şengal bê satir û xendeq bûn. Wan dikaribû berî femanê van xendek bikolin. Heta niha jî ti şer li wir çênabin û PDK’e dibêje pêşmergeyên xwe dema we çete dîtin jî çênabe hûn lêxin. ‘’
Faris bi berdewamî van agahiyan dide:
XIYANETÊ JI BÎR NEKIN
Li ser gelê me ji her alî ve qirkirine spî heye. Niha li Başûrê Kurdistanê konên wan ne baş in. Mal bi malê ve ye, ceyran demkî ye û tiştên xwe dikirin. Rexmî her tiştî kesek nikare daxwaza mafê xwe bike û eger bikin jî wan dixin zindanan.
Me hêvî ji gelê xwe heye vî tiştê ku tê serê me li ber çavên xwe danin û ev dayîk û xwîşkên me yê ketîn destê DAIŞ’ê, kî bû sebeba vê xiyanetê ji bîr nekin. Rast bû, DAÎŞ dijmin bû, lê van ji pişt ve li me xist. Pêwîst e em hay ji xwe hebin, em nehêlin kes careke din ji pişt ve li me bixe, îro tiştek nîne ku em jê bitirsin. Li hember tiştê ku bi serê me hatî mirov her dimire, lê mirinek bi şeref û rûmet ji mirina din baştir û ser bilindtir e. Bi milyonan mirov hate ser vê erdê, pir kêm mirovan karîn navê xwe di civakê de bihêlin.
‘HEYA ŞENGAL AZAD BIBE EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’
Faris Sali dibêje, ew weke Êzîdî wê berxwedaniya xwe bidomînin heya ku Êzîdxan azad bibe û wiha pê de diçe:
‘’Ev 72 ferman çêbûn me berxwedanî dikir, lê me daxwaza mafê xwe nedikir. Lê niha tenkîk pêşketî ye û cîhan bi me hesiyaye. Pêwîst e roja îro em daxwaza mafê xwe bikin, em xwe bigihînin astekê, em rê li femana bigirin. Bi rojan e pêşketinên me hene, hêza me YBŞ û YJŞ heye û ji aliyê Bexdayê ve hatiye qebûl kirin. Hêvîyên me hene, ji aliyên navnetewî jî bê qebûl kirin. Ev gavek baş bû û ya ditir Meclisa Êzidîyên Şengalê hate avakirin. Me bingehek baş daniye û em ê li gorî vî esasî bidomin û emê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û em ê xeyalê şehîdan pêk bînin. Em Êzidî berxwedaniya xwe bidomînin û heta Êzîdxan azad nebe.
Îro roja hemû Êzidiya ye, pêwîst e em hemû lê xwedî derkevin. Divê fermanê de mirovên herî kêm mane oldarên me û mezinên me û xwendevanên me bûn. Ev pir kêm man ji milê alîkariya milet ve pêwîste keda dayîk û bavên wan yê Êzidî li ber dayî îro bi cih bînin û li Êzidîtayê xwedî derkevin. Îro hêviyên me bi we hene hûn dayîk û xwîşkên xwe ji bîr nekin û zanebûna xwe bixin xizmete gelê xwe.’’