Şagirtên li Serêkaniyê perwerdeya olî qedandin, saziyên li bajêr ziyaret kirin
Ji 40 şagirtan re, dewreya perwedeyê ya çaremîn a Saziya Baweriyan a Jinê ya Serêkaniyê qedandin, bawerîname hat dayîn. Şagirtan piştî mezûniyetê saziyên li bajêr ziyaret kirin.
ANF
SERÊKANIYÊ
yekşem, 7 gelawêjê 2016, 08:40
Li Camiya Seyda, ku 150 şagirtên ji 7 heta 16 salî lê perwerdeyê dibînin, merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokên Saziya Baweriyan a Serêkaniyê Fadya Ahmed û Mele Bereket Mihemed axivîn. Hevserokan dan xuyakirin, ku li hemberî nêzîkatiyên qirêj ên çeteyên mîna DAIŞ'ê nîşan didin û olê weke amûreke zordariyê bi kar tînin, ew şagirtên xwe li ser pîvanên exlaqî, biratî û aştiyê ya olan perwerde dikin.
Di merasîmê de, ku malbatên şagirtan jî amade bûn, şagirtan ayetên ji ber kiribûn, xwendin.
ŞAGIRTÊN BAWERÎNAME GIRTIN, SAZIYÊN LI BAJÊR ZIYARET KIRIN
Şagirtên bawerînameyên xwe girtin, piştre saziyên li Serêkaniyê ziyaret kirin. Di serdana li Saziya Malbatên Şehîdan de ji şagirtan re armancên şehîdan hatin vegotin. Şagirtan di dema axaftinên li vir de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" qîriyan.
Piştî serdana Saziya Malbatên Şehîdan, şagirtan şervanên di şerê li dijî çeteyan de birîndar bûn ziyaret kirin. Ji rêveberên saziyê Lêgerîn, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana şagirtan bilêv kir û got, "Hevalên me yên birîndar, ji bo cîhaneke baştir ji we re bihêlin, di şer de birîndar bûn."
Lêgerîn da zanîn, çeteyên mîna DAIŞ'ê, ol weke maske ji xwe re bi kar tînin, li vê xakê komkujî, talan û hilweşînê dikin û got, "Bi ola rast a hûn hînî wê bûne, van kiryarên çeteyan ji derdora xwe re bêjin. Em ê jî ji bo jiyaneke aştiyane û azad a we, têkoşîna xwe bidomînin."
Şagirtan dûre ji bo moralê bidin şervanên birîndar, stran gotin û îlahî xwendin. Piştî serdana Asayîşê, şagirtan Navenda Têkiliyên bi Gel re ya YPG'ê ziyaret kirin. Ji fermandarên YPG'ê Bawer Rojava ji şagirtan re axivî û got, "Çete herî zêde zerarê didin zarokan û dayikên wan." Rojava wiha dewam kir: "Di nava çar salên têkoşîna xwe de me derb li çeteyên ku ol weke maskeyê bi kar tîni xistin û ji bo cîhaneke aştiyane û biratiyê bidin zarokên welatê xwe, me şer kirin. Şerê me yê li Minbicê jî bi vê armancê ye. Em şer dikin, hûn ê jî bi perwerdeya xwe ya olî, li her qadê li hemberî çeteyan têbikoşin. Bi vî rengî têkoşîna me dikare serketî be. Hûn jî dema mezin bûn, bi çand û exlaqa niha dîtine, tevlî pîşeyên cuda bibin û bi berpirsyarî rabin."